Li bakurê rojavayêTûnûsê li dijî hêzên ewlehiyê êrîşek pêk hat û di êrîşê de 6 endamên ewlehiyê hatin kuştin.
Ji sala 2018’an ve ev êrîş weke êrîşa herî mezin tê diyarkirin.
Êrîş li herêma Aîn Sûltan a sînorê Tûnûs û Cezayîrê pêk hat.
Rayedarên Tûnûsê êrîş weke êrîşa terorîstî bi nav kirin û diyar kirin ku wan operasyona leşkerî dane destpêkirin.