Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundekî navçeya Şêrawa ya Efrînê dibarîne.

Êriş serê sibehê li dijî gundê Dirjimilê û derdora wê hate kirin.

Li ser êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin.

Dewleta Tirk a dagirker 4’ê Hezîranê êriş biribû ser herêmê û keça 14 salî Zeyneb Hisên Îbrahîm qetil kiribûn.