Li gorî nûçeya Rojnewsê Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yahya Resûl li ser êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ku ji 23’yê Nîsanê û wir ve didome, daxuyanî da.
Resûl diyar kir artêşa Tirk 20 km sînorên Iraqê bezandiye û got, ”Pir dûrî wî sînorî ye ku di navbeyna du aliyan de bi peymanan hatiye diyarkirin.”
Resûl got, ”Artêşa Tirk hijmara bargehên leşkerî yên li herêma Kurdistanê zêde kiriye. Ne rast e ku artêşa Tirk bi pêş ve biçe, Tirkiye dive humetê ji serweriya Iraqê û welatên cîran re bigire.”
Resûl diyar kir ji bo çareseriyê hewceyî bi rêyên diplomatîk heye û got, ”Tişta ku niha li ser xaka Iraqê dibe dagirkeriyeke mezin e. Dewleta Tirk qada ezmanî ya Iraqê bezand. Bi rêya pergala berevaniya ezmanî divê çareyek ji vê re were dîtin.”