Berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 200’î de ye, ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê. KCD’ê û HDP’ê rexnedayina xwe dan ji ber ku berxwedan bi têrkerî nebûye rojev û gotin, wê çalakiyên li dijî tecrîdê mezin bikin.

Li devereke din a cîhanê ji bo daxwazên ewqasî rewa û mafdar, mirov neçar namîne ku di vê astê de mirinê bide ber çavên xwe. Lê belê dagirkeriya topyekûn a AKP-MHP’ê ya li ser demokrasiya li welêt û êrişa qirkirinê ya li dijî Kurdan vediguhere tecrîdê, tecrîd jî bingehê ji krîzên civakî, aborî û siyasî re amade dike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn jî bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, li dijî vê tecrîda li Îmraliyê 200 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger de ne. Biryardariya girtiyan roj bi roj zêde dibe, daxwaza wan jî maqûl û zelal e: Divê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd re bê kirin, tecrîd bê bidawîkirin û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan bê qedandin.

Girtî ne tenê îsal, her wiha salên derbasbûyî jî li dijî tecrîdê bi grevên birçîbûnê li ber xwe dan. Sala 2012’an di encama greva birçîbûnê ya 68 rojan de 3’ê Çileya 2013’an parlamenterên Partiya Demokrasî û Aştiyê (DBP) Ahmet Turk û Ayla Akat Ata çûn Girava Îmraliyê û hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kir. Piştre jî heyetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û dewletê, heta 5’ê Nîsana 2015’an di bin navê ‘pêvajoya çareseriyê’ de çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin.

Piştî 5’ê Nîsana 2015’an a li pey bidawîkirina pêvajoya diyalogê tecrîd hate girankirin û li dû hewldana darbeyê, li nava raya giştî fikar zêde bûn. Lewma jî 50 siyasetmedarên Kurd li dijî tecrîdê 5’ê Îlona 2016’an li avahiya DBP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan 11’ê Îlona 2016’an çû Girava Îmraliyê. Di encama hevdîtinê de 50 siyasetmedarên Kurd di roja 8’an de dawî li çalakiya xwe anîn.

Desthilatdariyê dest ji tecrîdê berneda û 8’ê Mijdara 2018’an Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Piştî Guven girtiyan di 16’ê Kanûnê de, li bajarê Hewlêrê jî endamê HDP’ê Nasir Yagiz û li Kampa Mexmûrê Fadîke Tok di 1’ê Adarê de, li Strasbourgê 14 kesan, li Galê Îmam Şîş û li Germiyanê li navçeya Kelarê Herêm Mahmûd tevlî greva birçîbûnê bûn. Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag û Mûrat Sarisaç jî li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’ê Adara 2019’an de beşdarî greva birçîbûnê bûn. Ji ber ku tecrîd nehate bidawîkirin li girtîgehên cuda 15 girtiyan di 30’ê Nîsana 2019’an de dest bi rojiya mirinê kir. Li girtîgehên cuda 15 girtiyên din jî 10’ê Gulanê dest bi rojiya mirinê kirin.

Li bajarê Krefeldê yê Elmanyayê Ûgûr Şakar li ber dadgehê bedena xwe da ber agir û şehîd bû. Li girtîgehan jî Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Sîraç Yuksek, Mahsûm Pamay çalakiya fedayî kirin û şehîd ketin.

Di encama çalakiyan de yên bi pêşengiya Leyla Guven hatin lidarxistin û 200 rojî dewam kir, parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Li ser banga Rêberê Gelê Kurd di 26’ê Gulanê de greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn.

GIRTIYÊN DI ÇALAKIYÊ DE NE DIBIN HEDEF

Di halê hazir de li 107 girtîgehan 200, li Mexmûrê 179, li Yewnaistanê jî 162 roj in berxwedana greva birçîbûnê dewam dike. Êriş û zextên li ser girtiyan, ji dema destpêkirina greva birçîbûnê û vir ve girantir bûne.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede têkildarî tecrîda li Îmraliyê û berxwedana li zindanan ji ANF’ê re axivîn.

OZTURK: DIVÊ EM LI XWE BIPIRSIN

Berdan Ozturk diyar kir ku greva birçîbûnê ya girtiyan nîşan daye ku ji saziyan heta partiyan û civakê her kes divê li xwe bipirse û got, “Hiştina vê berpirsyariyê li ser hevalên me yên li girtîgehan, ji bo me hemûyan cihê rexnedayinê ye. Ne tenê ji bo mirovên vê siyasetê dimeşînin; 6 sal in rewşa li nava Tirkiyeyê ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Sedema vê jî tê zanîn. Dema ku mirov îro bala xwe dide ser aborî û têkiliyên encama vê yekê, dibîne ku ev pirsgirêk bi tecrîdê, bi ferzkirina neçareseriyê dest pê kiriye.”

Berdan Ozturk destnîşan kir, her kesên ku dixwazin li welatekî wekhev, azad û demokratîk bijî divê li ber tecrîdê rabe. Berdan Ozturk got, “Mirovên ku fikrên Abdullah Ocalan napejirînin jî divê li ber tecrîdê rabe. Ji ber ku rastiyeke bi vî rengî heye; Pirsgirêka kurd heye û di çareseriya vê de jî yekane aktorê siyasî Abdullah Ocalan e. Ji ber ku ev pirsgirêk nayê çareserkirin, desthilatdarî ji bo mayina li ser desthilatdariyê bi her şêweyî peymanên qirêj dikin. Ji ber ku dibin xwedî hincetekê.”

‘PÊWÎSTÎ BI ÇALAKIYÊN ENCAMGIR HEYE’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir, ku gel, sazî û partî divê bi çalakiyên encamgir dawî li tecrîdê bînin û got, “Ne pêwîste ku mirov li benda hilbijartinê bimîne. Faşîzm bi hilbijartinê naçe, li ti devera cîhanê mînaka vê nîne. Bêguman plansaziyeke me heye. Ne tenê me eleqedar dike, lê bêguman pirsgirêka me ya bingehîn e. Lê belê pirsgirêka Kurd pirsgirêka bingehîn a tevahiya welêt e. Ewqas binpêkirina mafê mirovan, zilm û têkiliyên qirêj eşkere dibin. Ji aliyê demokratîk ve pêwîstî bi çalakiyên afirîner heye.”

Berdan Ozturk diyar kir ku berxwedana Abdullah Ocalan ji bo wan wêrekiya pêwîst e û got, “yekane tişta ku zext û zordariyê ji holê rake, wêrekî ye. Piştî ku ewqasî qirêjî eşkere bû, divê em hîn bêhtir wêrek bibin. Her ku me dengê xwe bilind kir, her ku dengê me bû yek wê derfet nemîne ku desthilatdariya faşîst hebûna xwe dewam bike.”

DEDE: JI BO ME CIHÊ REXNEDAYINÊ YE

Umît Dede jî destnîşan kir ku grevên birçîbûnê ji ber ku bi têrkerî neketiye rojevê, ew rexnedayina xwe didin û got, “Bêguman ji bo HDP’ê, ji bo rêxistinên civakî yên sivîl cihê rexnedayinê ye ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê nekariye bikin rojeva sereke ya raya giştî.”

‘DENGÊ ME WÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ BILIND BIBE’

Umît Dede bal kişand ser helwesta Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan ên li dijî tecrîdê û anî ziman ku ew vê nerazîbûnê hêja dibînin û wê dema bê hîn bêhtir bi bandor bin.

Umît Dede bi bîr xist ku tecrîd herî zêde bandorê li wan dike, lewma divê yê ku dengê xwe li dijî tecrîdê herî zêde bilind bike ew bi xwe ne û got, “Careke din dixwazim bêjim ku ji bo me HDP’ê cihê rexnedayinê ye ku hîn nebûye rojev û daxwazên girtiyan nehatiye qebûlkirin. Heta ku ji dest hat, weke Komîsyona Hiqûqê û HDP’ê me hewl dan. Bi taybetî ji hefteyên bê û pê ve ji bo bidawîkirina tecrîdê û bicihhatina daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, ji bo bala civakê biçe ser mijarê em ê çalakiyên xwe zêde bikin. Di vê mijarê de me biryar wergirtine, plansaziyeke şênber kirine. Em ê daxuyaniyan bidin, bimeşin, bi rêxistinên civakî yên sivîl û partiyan re bicivin.”