Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşand, ku 16’ê Gulanê li herêma Metînayê hate lidarxistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

“Hêzên me yên YJA Starê 16’ê Gulanê saet di 16:40’î de, li qada Koordîneyê ya herêma Metînayê, li dijî dagirkerên li ser Girê Azad çalakiyek li dar xistin. Dema ku dagirker li kozikekê li hev civiyan çalakî hate kirin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.”