Masîvanan cenazeyê koçberan dîtin. Rayedarê herêmî yê Yemenê Celîl Ahmet Alî got “Masîvanan 25 cenaze ji avê derxistin. Ev cenaze nêzî Bab El Mendeb û Cîbûtiyê hatine dîtin.”

Du roj berê keştiyek noqî avê bûbû, di keştiyê de nêzika 160-200 kesî hebûn. Ahmet Alî diyar kir aqûbeta kesên din nayê zanîn.

Li gorî Rêxistina Koçê di meha Nîsanê de jî keştiyek noq bûbû û herî kêm 42 kes mirine. Li gorî rêxistinê piraniya wan ji Etîyopyayê 32 hezar koçber 6 sal in ji ber şer nikarin ji Yemenê derkevin.