Tê payin ku boykot mohra xwe li hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê bixe, ku wê 18’ê Hezîranê pêk were.

Du roj beriya hilbijartinê, Mûhsen Mehralîzadeh ku weke ‘reformîst’ dihate nîşandan, xwe ji hilbijartinê vekişand. Tenê şeş namzet man ku di nava wan de yek bi tenê ‘reformîst’ e.

Berdevkê kampanya Mehralîzadeh ragihand ku wê têkildarî sedema vekişînê agahiyê nede, lê di nava rojê de daxuyaniyek bê dayin.

Li gorî anketan, Mehralîzadeh yekane namzet bû ku ji sedî 1’ê derbas nedikir.

Namzetê muxafazakarê tund Îbrahîm Reîsî hîn jî di anketan de di rêza destpêkê de ye. Konseya Parastina Destûra Bingehîn ji xwe serlêdana hemû namzetên bibin hevrikê gengaz ê Reîsî red kiribû.

Reîsî beriya çar salan dema ku namzetiya xwe ji bo hilbijartinê danî bû ji sedî 38 ê dengan standibû.

Li gorî anketan, mirovên ku guh nadin hilbijartinê hejmara wan di asta rekorê de ye. Di hilbijartinên giştî yên sala 2020’î de ji sedî 57 ê dengdêran red kiribûn ku tevlî hilbijartinê bibin. Tê texmînkirin ku di vê hilbijartinê de rêjeya yên tevlî nebin wê zêdetir bibe.

Muxalîfên Îranî û Kurdan banga boykotê kiribûn. Endamê Desteya Rêveber a KODAR’ê Arîo Berzen 18’ê Gulanê ji ANF’ê re axivî bû û bang kiribû ku hilbijartin bê boykotkirin. Berzen destnîşan kir ku sîstema heyî nema dikare tiştekî bide gelan, lewma rewabûna xwe jî nemaye.