Seydayê Cegerxwîn yek ji helbestvanên navdar ên Kurd ê navê xwe di rûpelên dîrokê de nivîsand û ji bo gelek helbestvanan bû mînak.

Helbestvanê kurd ê nemir Şêxmûs ango Cegerxwîn di sala 1903’an de li gundê Hesarê yê girêdayî herêma Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik dibe û ji ber zora dewleta Tirk sirgun bû.

Piştî ku ji Bakurê Kurdistanê sirgun dibe berî xwe dide Rojavayê Kurdistanê û li gelek gund û bajaran digire. Di salên 50’î yê sedsala derbasbûyî de li gundê Til Şeîr ê navçeya Tirbespiyê xwendina olî li ber destê Mele Îbrahîm Şêxmûs dixwîne. Piştî xwendina xwe ya olî diqedîne li gelek cihên Kurdistanê geriya û car caran serdana gundê lê xwendiye dike.

Seydayê Cegerxwîn piraniya temenê xwe xist xizmeta gelê Kurd û lêgerîna heqîqetê. Pirtûka (Rêgezên Zimanê Kurdî) û ferhengeke zimanê Kurdî ji du beşan derxist, her wiha gelek berhem û helbestên wî yên bi zimanê kurdî hene. Seydayî Cegerxwîn di berhemên xwe de, qala têkoşîna gelê Kurd, guherinên siyasî yê wê demê de dike.
Şêniyên gundê Til Şeîr ên ku bi Seydayê Cegerxwîn re jiyan kirin diyar dikin ku Cegerxwîn bandoreke erênî li wan kir.

Dayika bi navê Sekîna Hecî Silêman Yûsif dibêje “Cegerxwîn di sala 1974’an 3 mehan li mala me ma, dema xwe bi nivisandinê derbas dikirin, rojê tenê saetek an du saet xew dikir.”

Sekîne dibêje: “Dema min sedema kêm xewê ji helbestvanê Kurd Cegerxwîn re pirsî got; keça min hûn jin we keda herî mezin a di civakê de daye, hûn bi şev û roj dixebitin lê mixabin civak wekî kole jinan hesab dike, ez ê hewl didin bi helbestên xwe gelê Kurd hişyar bikin, erka min di jiyanê de ev e.”

Sekîne Hecî Silêman destnîşan kir ku Seydayê Cegerxwîn semîner ji jinên Qamişlo re organize dikir, da ku wan ji desthiltdariya mêrêserdest hişyar bike, lê civakê ev yek red dikir û Cegerxwîn bi eşqê jinan tewanbar kir.

Seydayê Cegerxwîn piraniya dema xwe li mala Dara Yûsif Ebdê yê helbestvan û sazvanê helbestên Cegerxwîn derbas dikir. Dara diyar dike ku Cegerxwîn bi helbest û axaftinên xwe şerê kevneşopiyên eşîrtî, zulma axayan û rêbazên şaş ên oldaran dikir.

Li gorî ku Dara ji bavê xwe Yûsif bihîstiyê; bavê wî û Cegerxwîn li gundê Til Şeîr digeriyan û li efserekê Fransî rast hatin, Cegerxwîn nêzî du saetan efserî Fransî re nîqaş kir. Piştî demekê efserê Fransî pirsa Cegerxwîn ji Yûsif Ebdî re dike û jê re got, mejiyê Cegerxwîn cewherekî giranbuha ye.

Cemal Mehmûd Osê 68 salî ye, ji gundê Til Şeîr e, Osê bi Yûsif Ebdî re bi bandor dibe û jê fêr dike ku helbestên Cegerxwîn saz bike.

Cemal Osê dibêje: “Helbestvanê Kurd Cegerxwîn bandoreke mezin li min kir. Lê Cegerxwîn digot, wî bi helbestê xwe nedikarî gelê Kurd hişyar bike, her wiha digot ku ew zingilekî biçûk e li hemberî naqûsa mezin Ehmedê Xanê.”

Seydayê Cegerxwîn 22’ê Cotmeha 1984’an li Stokhomê wefat dike, cenazeyê wî bi merasîmeke mezin li mala wî ya li bajarê Qamişlo tê veşartin. Gora jî mîna mezarekî ji bo gelê Kurd tê naskirin.

ANHA