Guhdarên hêja li gorî agahîyên ku çavkaniyên herêmê bi radyoya me Dengê Welat re parve kirine, PDK wê bi piştgirîya arteşa Tirk ya dagirker li dijî herêma Zapê destpê êrîşekê bike.

Çavkanîyên herêmê gotin: Çekderên PDK bi tevlîbûna hêzên parazvanên sînor ya Iraqê re li dijî herêmên Sîda, Saca û Çemço bi piştgirîya arteşa Tirk ya dagirker ve destpê êrîşekî bikin û armanç dike ku li wan herêman bicih bibe.

Çavkaniyên herêmê radigihînin ku PDK bi vî hewldana xwe re li dijî hezên Gerilla bi avayekê eşkere şer radigîhêne û piştgirîya xwe bi arteşa Tirk ya dagirker re eşkere dike.

Di derbarê hewldana çekdarên PDK de agahîyên zedetir bidest neketin.