Malbata Şenyaşar ku xizmên wan ji aliyê AKP’iyan ve hatin qetilkirin, ji bo Omer Farûk Gergerlîoglû yê dîlgirtî peyama piştevaniyê weşand.

Emîne Şenyaşar ku hevser û 2 kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve sala 2018’an hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bû 111 roj in ji bo edaletê di nobedê de ye.

Malbata Şenyaşar hefteyê pênc rojan li ber Edliyeya Rihayê, dawiya hefteyê jî li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe li dar dixe.

Malbata Şenyaşar nava vê hefteyê li Stenbolê hevdîtin kir ku alîkariya hiqûqî werbigire.

Bi navê malbata Şenyaşar li ser twitterê peyamek hate weşandin û vê carê wêneyê ku 15’ê Îlona 2020’î li Enqereyê bi wekîlê HDP’î Omer Farûk Gergerlîolgû kişandibû, parve kir.

Li ser wêne jî hate nivîsandin, “Em yên ku daxwaza maf, hiqûq û edaletê dikin bi tenê nehêlin” hate parvekirin.