Hunermendê Kurd Axîn Bîro ku ji 5 sal û nîv beriya niha li Îzmîrê girtiye û gelek nexweşiyên xwe hene, ji ber greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ev 15 rojin ku di hucreyê de tê ragirtin.

Hunermendê Kurd Îbrahîm Ertaş yê bi navê Axîn Bîro tê nasîn di 13’ê Mijdara 2015’an de piştî hat destgîrkirin bi tawanbariya ‘Rêveberê rêxistinê ye’ hatiye girtin û 22 sal û 6 meh ceza girtîgehê lê hatiye birîn.

Bîro ku li girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Alanyayê tê ragirtin, derbarê binpêkirinên mafan ên li wê derê pêre rû bi rû maye di hevdîtina bi telefonê ya bi malbatê re parvekir.

Bîro yê nexweşiya prostat û şekir pêre heye daye zanîn ku greva birçîbûnê ya di girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê rêvebirin weke hincet tê nîşandan û ceza hucreyê didin girtiyan.

Axîn Bîro diyar kir ku 15 rojin di hucreyê de tê girtin got ku tevî cezayên hucreyê hema bêje her roj bi ser qawîşan de digirin  û kel û pelên girtiyan ser û binî dikin.

Her wiha Bîro ev agahî jî daye ku di serdegirtinan de zirar dane pirtûkên wî, cixareyên wî şkandine û avêtine erdê  û şereke derûnî tê pêkanîn. Dîsa mafê spor û xwarinê sînordar kirine.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya dayîka Bîro Zumret Ertaş piştî hevdîtina telefonî bi gotina ku kurê wê hunermend e û bi rengekî derhuquqî li girtîgehê tê ragirtin nerazîbûn nîşan daye.

Ertaş gotiye, “Ez li pişt kurê xwe me. Heya mirinê. Ez ê gav bi paşve neavêjim. Kezebê me hemûyan dişewitînin. Divê hemû gelê Kurd rabe ser pêyan. Çi ji zarokên me dixwazin? Li ser zarokên me zilmê pêk tînin. Kurê min bi tenê li hucreyê tê ragirtin. Zext tê pêkanîn. Emê dest ji doza xwe bernedîn. Vê tim serê me bilind be. Em ê ti carî wê zilmê qebûl nekîn.”