Piştî hate aşkerekirin yekîneyên Tirk wê li balafirxaneya Qabûlê peywirdar bin bi çend saetan Talîban daxuyanî da.
Talîban diyar kir ev biryar ‘cihê şermezariyê ye” û got, ”Biryara rêveberên Tirk ne di cih de ye, binpêkirina serweriya me û yekerebûna xaka me ye û li dijî berjewendiya me ya netewî ye.”
Piştî hevdîtina şefê dîktatoriya Tirk Recep Tayyîp û Serokê DYE’yê Joe Bîden ya li Brûkselê ev biryara Enqerê hate standin.
Lê Talîban li dijî pêşniyara Enqerê derket û dixwaze ku Tirkiye jî weke welatên din bi çarçoweya peymana 2020’an vekişe. Di navbeyna Talîban û DYE’yê de serê sala 2020’an peymanek hatibû dîtin.
Talîban şemiyê daxuyanİî dabû, gotibû divê hêzên biyanî ti hêviyê bi xwe re çênekin ku li Efganîstanê bimînin û gotibûn, sefaret û ewlehiya balefirxaneyan di berpirsyariya Efgananan de ye.