Koordînatorê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê Abdulkadîr Kûtevî diyar kir ku piştî destpêkrina grevên birçîbûnê, girtiyên siyasî ji mafên xwe yên hiqûqî hemûyan bêpar hatine hiştin.

Parêzer Abdulkadîr Kûtevî anî ziman ku pêkanînên li dijî girtiyên siyasî girantir bûne û destnîşan kir, ku ji rewşeke neyînî wê hikumet berpirsyar be.

Koordînatorê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê Abdulkadîr Kûtevî li ser tecrîd, greva birçîbûnê û zextên li ser girtiyên siyasî ji ANF’ê re axivî.

Kûtevî diyar kir ku têkildarî grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan, wan ji Wezareta Edaletê û raya giştî ya Tirkiyeyê bersivek wernegirtine û got, “Em bi fikar in ku grevên birçîbûnê veguherin rojiya mirinê. Veguherîna rojiya mirinê binpêkirina mafê jiyanê ye ku bi destûra bingehîn hatiye ewlekirin. Berpirsyarê vê jî wê desthilatdarî û piştevanên wê be. Mecbûrî ye ku bersiv ji daxwazên hiqûqî û qanûnî re bêne dayin. Wezareta Edaletê divê vê yekê bibîne.”

Parêzer Kûtevî destnîşan kir ku bi taybetî piştî destpêkirina şewbê û qanûna nû re pêkanînên li ser girtiyên siyasî girantir bûne û wiha dewam kir, “Hevdîtinên bi malbatan, parêzeran û derfetên tenduristiyê têne astengkirin. Ya herî girîng jî girtiyên ku divê bêne berdan zêdeyî saleke li girtîgehê têne hiştin. Têkildarî vê yekê serlêdanên li Dadgeha Destûra Bingehîn zêde bûne. Di vê çarçoveyê de ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin, ku ji bo qedandina binpêkirina mafên mirovan û tecrîdê tê lidarxistin, divê rayedar gaveke cidî biavêje. Grevên birçîbûnê xisareke mezin dide hişê civakî û aştiya civakî. Em dixwazin ku tecrîd tavilê bi dawî bibe.”