Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) navçeya Tûşba ya Wanê Hanim Akkûş bi hinceta dozeke dijî wê hate destgîrkirin.
Li gorî agahiyan, Hevseroka HDP’ê ya Tûşbayê Hanim Akkûş li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê li benda kontrolê ya polîsan hate destgîrkirin.
Têkildarî destgîrkirina Akkûş, dozek li dijî wê weke hincet hate nîşandan.
Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Tûşbayê Akkûş, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Tetwanê.