Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Şûygû yê li Dûşanbe bi Wezîrê Parastinê yê Tacikistanê Şeralî Mîrzo re civiya, got: “Ji bo gefên ji Efganistana cîran tên berteref bikin, xebatên hevpar bû karek nebê nabe ye.”

Şoygû wiha domand: “Vekişîna hêzên biyanî ya bi lez û bez, rê li ber lez xirabûna rewşê û zêdebûna xebatên terorîstî vekir.”

Li Tacikistan a yek ji welatên sovyetê ya berê ya Rûsyayê ye, navendeke leşkerî heye. Şoygû diyar kir ku Rûsya ‘Wê ji bo artêşa Taciî çekên Rûsî û amûrên leşkerî bê beramber radest bike’ ji bo perwerdehiya leşkerên Tacîkî jî ‘her tişta’ pêwîst wê bikin. Wezîr got: “Rûsya amade ye ku hemû alîkariyên pêwîst ji bo dostê xwe yê Tacîkî pêşwazî bike.”

Rûsya, Tacikistan û Ozbekistan wê hefteya bê, li nêzî sînorê Tacikistan a bi Efganistanê re tatbîqatekî leşkerî pêk bîne.

Bi qasî 1300 kêlometre sînorê Tacikistan bi Efganistanê re heye. Deriyê Sînor ê Bingehîn di meha Hezîranê de ketibû destê Talîbanan. Leşkerekî Efgan ê di dema şer de reviya bû, xwe spartibû Tacikistanê.