Li gorî daxuyaniya niviskî ya artêşa Iraqê li başûrê Kerkûkê li nêzî Amrli helîkoptêreke leşkerî ketiye.
Li gorî daxuyaniyê dema ‘misyona şer’ helîkoptêrek leşkerî ketiye, 5 leşker mirine.
Nehate gotin bê ka çima helîkoptêr ketiye. Lê artêşa Iraqê bi rengekî pergal li dijî hicreyên DAÎŞ’ê operasyonan dike.