KCD’ê qetlîama ku faşîstên AKP-MHP’yî li Konya li hemberî malbata Dedeogûllari yê Kurd kirinî şermezar kir û ragihand: “Emê ti carî berpirsiyartiya yên nijadperestiyê sor dikin û gelê Kurd wek hedef nîşan didin ji bîr nekin.”
Desteya Rêveber a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarê qetlîama 3 jê jin bi giştî 7 endamên malbata Dedeogûllari ya li navçeya Meram a Konyayê ji aliyê AKP-MHP’yiyan pêkhat daxuyaniyek da û got; “Em qatilên Meram’ê nas dikin û emê hesab bipirsin.”
Daxuyaniya KCD’ê wiha dom dike: “Qetilkirina malbatek Kurd li Meramê careke din nîşanî me da ku hesap pirsîna ji kujerên qetlîamê û herî kêm bi qasê wê jî ji hişmendiya qetlîamker yê qatilan bê ceza dihêle û bi jehra netewperestiyê hemû qirêjiyên xwe dinixumîne, jêvenegereke dîrokî ye.”
Di daxuyaniyê de her wiha bal hatiye kişandin ku ewê ti carî berpirsiyartiya polîtîkayên bloka faşîst a AKP-MHP’ê yên ji bo parastina desthilatdariyên xwe ku gelê Kurd hedef nîşan dide û wiha pêde çû: “Bloka faşîst ya AKP-MHP’ê li şûna ku sedemê şewatên daristanan ku dilê her yek ji me diêşîne di polîtkayên xwe yên dijminê xwezayê bigere, ji bo domdarkirina desthilatiyên xwe nijadperestiyê sor dikin û gelê Kurd hedef nîşan didin; emê ti carî berpirsiyartiya wan ji bîr nekin. Li hemberî vê pergala sermaye ya xwe rêxistinkirî û qatilên xweza, jin, kedkar û Kurdan çêkirî, li hemberî qetlîaman û hewldanên muhtemel ên qetlîaman, bi rojevkirina îddîaya me ya civaka rêxistinî û çalak ya ji her demê zêdetir wê bersiva herî watedar be.”
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî dibe; “Sond be ku wê faşîzm bin bikeve û sond be ku emê bi hevre pêşeroja bi keramet a gelan ava bikîn! Bimre faşîzm.”