Li Peravên Diranê Fîlan ji sala 1994’an û vir ve yekemcar nexweşiya ji ber vîrûsa Ebolayê hate tespîtkirin. Li gorî daxuyaniya hikumetê, bi jineke ciwan a 18 salî re vîrûsa Ebolayê hatiye tespîtkirin.

Hate ragihandin ku vîrûs li paytexta aboriyê ya welêt li Abîdjanê hatiye tespîtkirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Peravên Diranê Fîlan Pîerre Demba anî ziman ku jin a ciwan ji bajarê Labe yê Gîneyê di 11’ê Tebaxê de hatiye.

Wezîr got, ‘nexweşeke bi tenê ye’ û ragihand ku kesa navborî tê dermankirin.

Wezîr diyar kir ku kesên nêzî kesa bi vîrûsê bûne wê destpêkê bêne derzîkirin.