Lîderê Tevgera Sadir Muqteda Sadir di civînekê de ragihand ku biryara xwe ya vekişîna ji hilbijartina Iraqê betal kiriye û wê tevlî hilbijartina Meclîsa Nûneran a Iraqê bibe ku wê 10’ê Cotmeha îsal bê pêkanîn.
Tevgera Sadir li Iraqê yek ji tevgerê herî bi bandor û xwedî deng û rêje ye.