Amediyan bertek nîşanî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan dan û gotin: “Ger rêberê gelekî bê tecrîdkirin, ew gel jî tê tecrîdkirin. Bila dawî li tecrîdê bê û Ocalan bê berdan. Ger guh bidana Ocalan, wê Tirkiye neketana vî halî.”

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê çêbike, ji 4’ê Nîsana 2015’an ve jî Heyeta Îmraliyê nikare biçe Girtîgeha Îmraliyê. Herî dawî Mehmet Ocalan di 11’ê Îlona 2016’an de hevdîtin bi Ocalan re çêkiribû, lê belê ji wê rojê ve agahî ji Ocalan nayên girtin. Amediyan bi awayekî tund bertek nîşanî tecrîdkirina Ocalan dan û xwestin demildest û bêyî şert û merc dawî li tecrîdkirinê bê û Ocalan bê berdan.

‘DIXWAZIN VÎNA KURDAN BIŞKÎNIN’
Muteahît Erdal Bîçer, anî ziman ku îktîdar ji fikrên Ocalan ditirse û Ocalan tenê xizmeta aştî û biratiyê dike. Bîçer, destnîşan kir ku yê ku aştî û biratiyê li Rojhilata Navîn peyda bibe Ocalan e û got: “Loma pêşiya wî digirin. Naxwazin cîhan wî nas bike. Dixwazin vîna vî gelî bişikînin, lê bi ser neketin. Armanca sereke ya tecrîdê ew e ku kurdan bêhêvî bikin û radestî hikûmeta AKP’ê bikin. Hêviya me naqede. Çimkî pêşî bi sê çar kesan hêvî li kurdan peyda bû, niha jî 6 milyon deng hene, em ê bêhêvî nebin. Hêviya me naşikê.”

‘JI FIKRÊN WÎ DITIRSIN’
Bîçer, diyar kir ku bi tecrîdkirina Ocalan dixwazin kurdan çavtirsandî bikin û got: “Heta duh jî me li cem malbata xwe nikaribû bêje Apo. Lê niha cîhan rê û rêbaza wî, perspektîfa wî mînak digire. Ji tirsa van fikran tecrîd dikin. Lê tim û tim hêviya me heye û dê ev hêvî gelên Rojhilata Navîn ronî bike.”

‘KURD TÊN TECRÎDKIRIN’
Esnaf Egît Bayram, diyar kir ku tecrîd tenê bi Tirkiyeyê ne sînordarkirî ye û bal kişand ser komploya navnetewî. Bayram got: “Tiliya dewletên berjewendîparêz di nav vî karî de heye. Ger rêberê gelekî bê tecrîdkirin, ew gel jî tê tecrîdkirin. Em li derve ne, lê hema bêje herder bûye girtîgeheke vekirî. Tecrîd tesîrê li gelê kurd hemû dike.”

Bayram, bilêv kir ku bi tecrîdkirinê tê xwestin ku pêwendiya di navbera Ocalan û gelê kurd de bê qutkirin û got: “Belê veqetîneke fizîkî heye, lê ruhê me pê re ye. Ew çawa me hîs dike, em jî wisa wî hîs dikin. Divê kurd hemû hay ji mijara tecrîdkirinê hebin. Êdî tehemulî parlementerekî kurdan jî nakin û wan digirin. Bi vî awayî peyamê didin hemû kurdan.”

‘GER OCALAN GUHDAR BIKIRANA…’
Abdulhamît Gumuş (65), anî ziman ku sedema van pirsgirêkan hemû tecrîd e û ew dixwazin dawî li xwînê bê, aştî pêk bê. Gumuş, diyar kir ku divê Ocalan bê berdan û got: “Ger mirovek bê girtin û mafên wî bên astengkirin, ev nayê qebûlkirin. Ger guh bidana Ocalan, wê Tirkiye neketana vî halî.”

Esnaf Alî Gunduz (57) jî destnîşan kir ku ji bo dawî li xwînê û şer bê, divê ji nû ve pêvajoya muzakereyê bê destpêkirin. Gunduz, xwest dawî li tecrîdkirina Ocalan bê û got: “Beriya her tiştî em dixwazin li vê xakê edalet pêk bê. 40 sal in li vê herêmê şer heye. Ma dê ev şer heta kuderê dewam bike. Tayyip Erdogan, çawa devê xwe vedike behsa şer dike; ne karek heye ne jî barek. Dawiya israrkirina şer çiravî ye û loma em ber bi çiravê ve diçin. Tecrîdê girantir ikin, çimkî Ocalan çi dibêje rast derdikeve. Dizane dê 20 sal şûnde çi bibe. Ji ber bi her tiştî dizane tê tecrîdkirin. Kurd dikarin bi nan û pîvazê jî jiyana xwe bidomînin. Îjar bila ew ji xwe re bifikirin. Welehînê 40 sal in em di şer de ne, lê kesî pişta me negirt. Divê kurd bibin yek, ger wisa be dê kes nikaribe wan têk bibe.”

‘AŞTÎ HAT ASTENGKIRIN’
Mûrat Kaymak jî destnîşan kir ku 19 sal in Ocalan tê tecrîdkirin û tekane sûcê wî jî ew e ku çima doza wekheviya gelê kurd û tirk dike. Kaymak, anî ziman ku hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê ji aliyê dewletê ve hatine astengkirin û got: “Niha 10 hezar siyasetmedarên kurd di girtîgehê de ne. Ev ji be rtecrîdkirina Ocalan e. Lê girtina Ocalan dê girêdana me ya ji bo wî kêm neke. Ew çawa girêdayî gelê xwe ye û ji bo gelê xwe li ber xwe dide, gel jî wisa girêdayî wî ye.”

‘NAYÊ HESABÊ WAN’
Seyîthan Çelîk jî got: “Li cem Ocalan heq û hiqûq heye, ev jî li hesabê wan nayê. Dewlet baş dizane, ger heq û hiqûq li meydanê bê nîqaşkirin wê berteref bibe û biqede. Loma zilmê dike.”