Bariş Can bi navê xwe yê tevgerê Amed Pasûr, di bajaran de venahewe. Dixwaze berê xwe bide çiyayên azad û tekoşîna xwe li çiyayan berdewam bike.
Bariş Can, bi navê xwe yê tevgerê Amed Pasûr. Sala 1995’an da li Edene çêdibe. Bi eslê xwe ji Amedê ye. Erîşên dijminê dagirker ên ku di salên 90’î de li ser gund û bajarên Kurdîstanê çêdibe dibe sedem ku malbata Bariş Can jî wek bi hezaran malbatên welatparêz ên Kurd koçberî bajarên Tirkiyê bibe. Malbat koçber dibe lê welatparêziya xwe bernade. Zarokên xwe bi çanda Kurdînî mezin dike. Ji ber Bariş Can bi vê çandê mezin dibe hestên welatparêziyê pê re geş e û tevgera azadiyê ji zaroktiyê ve nas dike.
Bariş Can di temenê xwe yê ciwan de şerê qirêj ê li hemberî gelê Kurd dibînê, li hember vî şerî bêdeng namîne. Tevlî xebatên ciwanan dibe. Ji ciwanan re, ji civakê re pêşengtiyê dike. Piştî demekê êdî bajar li Bariş Can teng tê. Bariş Can bi navê xwe yê tevgerê Amed Pasûr, di bajaran de venahewe. Dixwaze berê xwe bide çiyayên azad û tekoşîna xwe li çiyayan berdewam bike.
Amed Pasûr di sala 2013’an da berê xwe dide Kurdîstanê, derdikeve çiyayan. Rawestgeha wî ya yekemin Qada Garê ye. Li Garê perwerde dibine. Di pêvajoya perwerdeyê de bi coş û moral e. Rengê xwe dide jiyanê. Hê di destpêka tevlîbûna xwe de hevaltiya nav PKK’ê dibîne û jê pir bandor dibe. Ew jî dixwaze layiqê wê hevaltiyê bibe û bi rêhevalên xwe re hevaltiyek geş dike.
Amed Pasûr xwe zû ji taybetmendiyên ku ji sîstemê girtiye xelas dike. Di demeke kurt de çanda PKK’ê digre. Felsefeya Rêber Apo nas dike û lê kûr dibe. Bi naskirina şehîdan jî soz dide wan ku ew ê jî di rêya wan da bimeşe. Xwe li gor rastiya şehîdan birêxistin dike û wusa tevlî dibe.
Amed Pasûr li Garê perwerdeyên teknîkî-leşkerî û birdozî dibîne. Bi perwerdeyên ku ji rêxistinê digire dibe gerîlayekî profesyonel. Di milê birdozî û rêxistinî de xwe kûrtir dike. Mêzekirinê wî ya jiyanê xweştir dibe. Piştî pratikê Garê gerîla Amed berê xwe dide Xakûrkê.
Êdî Amed Pasûr li Xakûrkê ye, hatiye warê Berîtan an. Xakûrkê, cihê teslîmîyetê qebûl nakê, her li ber xwe dide. Cihê ku rê nade dagirker û xiyanetkaran. Gerîla Amed jî bi wî rûhê digre. Li hember dagirkeran şer dike, li ber xwe dide. Bi dilsoziya bi Rêber Apo re û di rêya şehidanda têdikoşe. Herî dawî li Xakûrkê li qada Ermûşê dixebite.
Amed Pasûr di 11’ê Îlona 2020’an da di encama êrîşên dewleta dagirker a Tirk de bi rêhevalên xwe yê qehreman Berxwedan Şervan û Helgûrt Siyabend re tevlî karwanên nemiran dibe.


