Jinên Êzidî ji bo parastina Êzidxan û jinên Êzidî berê xwe didin nava refên YJŞ’ê. 10 jinên ciwan ên Êzidî piştî dewreyeke perwerdê bi merasîmeke leşkerî tevlî YJŞ’ê bûn. Şervanên nû yên jin banga beşdarbûnê li tevahiya keç û xortên Êzidî kirin.
Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi tevlîbûnên jinên ciwan ên Êzidî her roja paştir mezintir dibe. 10 jinên ciwan ên Êzidî piştî perwerdeyeke 45 rojî ya bi navê dewreya şehîd Sila ya di bûnya Akademiya Şehîd Xanê ya li Şengalê îro, bi merasîmeke leşkerî tevlî nava refên YJŞ’ê bûn.
Merasîma leşkerî ya beşdarbûna nava YJŞ’ê bi deqîqeyek rêzgirtina ji şehîdên têkoşînê û azadiya Êzîxdanê destpê kir. Şervanên nû yên jin piştî rêzgirtin sonda parastina Şengalê û bi taybet jî sonda parastina jinên Êzidî dan.
Piştî sondxwarina şervanan fermandara YJŞ’ê Sonda Agir axivî û diyar kir ku perwerde û xweparastin du xalên pir girîngin ji bo jinên Êzidî.
Herwiha fermandareke din a YJŞ’ê Zîn Canfeda jî li ser beşdarbûna jinên ciwan ji YJŞ’ê re got, “Em tevlîbûna jinên ciwan ji YJŞ’ê re weke serkeftin û pêşketineke mezin dibînin. Ji ber herî zêde jî pêwîstiya gelê Êzidî ku di gelek fermanan re derbasbûye, bi xwe parastin û perwerdeyê heye.”
Zîn bang li jinên Êzidî kir ku ji bo parastina civaka Êzidî, tevlî nava refên berxwedanê û parastinê bibin.
Şervana YJŞ’ê Sozda Welat ku nû beşdarî YJŞ’ê bûye li ser armanca beşdarbûna xwe ya ji YJŞ’ê re ji ajansa me re axivî û got, “Perwerdeya me bi awayeke serkeftî bi encam bû. Daxwaza min ji hemû jinên ciwan yên Êzidî ewe ku tevlî refên YJŞ’ê bibin û li ser ramanên Rêber Apo xwe perwerde bikin û rêxistin bikin. Sedema beşdariya min jî ez xwedî li keda Rêber Apo ya ji bo daye derkevim û tola Mam Zekî û hemû şehîdan hilînime.”
Şervaneke din a nû ya bi navê Barîn Serdem ku bi şehîdbûna Mam Zekî Şengalî bandor bûye jî wiha axivî, “Şehîdbûna Mam Zekî ji bo me gelek giranbû û hêrs û kîneke mezin li gel me çêkir. Ji bo tola Mam Zekî û şehîdan hilînim, tevlî YJŞ’ê bûm.”
Barîn Serdem jî bang li keç û xortên Êzidî kir ku ji bo parastina Êzidxanê û Şengalê berê xwe bidin nava refên YJŞ’ê û YBŞ’ê.