HRE’yê ragihand ku li Şêrawayê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî hatiye lidarxistin û di encamê de 4 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiya ku şervanên wan pêk anî ev agahî parve kir:

“Hêzên me bi çalakiyên xurt bersivê didin êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Di vê çarçoveyê de 5’ê Îlonê li nêzî gundê Basufanê yê navçeya Şêrawayê, li dijî çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, derb li wesayitekê hate xistin.”