Tevgera Gelan a Yekbûyî ya Şoreşger (HBDH) komkujiya sala 1996’an a li zindana Amedê û ya 1999’an a li Enqerê bi bîr anî û diyar kir xwîna wan wê li erdê nemîne.
HBDH’ê ji bo komkujiya 26’ê Îlona 1999’an a li Enqerê û komkujiya 24’ê Îlona 1996’an li Amedê daxuyaniyeke niviskî da. Têkilî girtiyên ku di komkujiyan de şehîd bûne, HBDH’ê got, ”Girtiyên siyasî bûne temsîla xawêna herî bedew a mirovên dozê.”
HBDH’ê got,”Me 10 girtiyên şoreşger ku li Girtîgeha Ulucanlarê ya Enqerê ji hêla polîs, qediyan û tîmên taybet ên dewleta faşîst ve hatine qetilkirin ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin.”
Her wiha hate gotin, ”Em 10 hevrÊyên xwe ku 24’ê Îlona 967’an li zindana Amedê hatine qetilkirin di salvegera şehîdbûnê de bi bîr tînin. ”
HBDH’ê got ji bo ku girtiyên nexweş bêne tedawîkirin, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zext û zordariya li ser girtiyên şoreş, sosyalîzmê rabe, girîng e ku li dijî dewleta Tirk a faşîst têkoşîn were geşkirin.
Herî dawî hate gotin ,”Em nemirên xwe yên berxwedana zindana Amed û Ulucanlarê bi hurmet bi bîr tînin, doz bidin ku pêgirê bîranînên wan bin û şoreşa me ya yekbûyî ya Kurdistanê û Tirkiyê bi serfiraziyê tacîdar bikin. Em ê faşîzmÊ hilweşînin, azadiyê bi dest bixin.”