Di navbera hêzên hikûmetê ku Erebistana Siûdî piştgirî dike û Şîayên Husî yên li Marîbe ku kela dawî ya di bin serweriya wan de ye, şer bi dijwarî şer didome.

Li gorî çavkaniyên leşkerî û tenduristiyê di şer û êrîşên esmanî de bi kêmanî 67 kes mirine. Koalîsyona Ereb a bi pêşengtiya Erebistana Siûdî de li dijî Hûsiyan nêzî 20 êrîşên esmanî pêk anîne.

Li gorî çavkaniyeke leşkerî ku agahî da AFP’ê û got: “58 serhildarê, 9 leşkerên hikûmetê di şer û êrîşên esmanî de mirine.”

Herêma Marîb yekan e kelha dikeve bakurê welat a di destê hêzên hikûmetê de ye, ji bo wê xwedî girîngî ye. Tevî agirbesta hêzên navneteweyî jî, bi mehan e şer didoem.

Marîb bikeve destê Hûsiyan wê ji bo hêzên hikûmetê derbeke gelek giran be. Li Marîbê ji sedî 10 sotemeniya dîzel û taybet gaza petrolê ya li welat herî zêde tê bikaranîn jî sedî 90 lê tê hilberîn.