Li ser banga ‘Kampanya Neteweyî ya Bicehime Bolsonaro”, ku 12 partiyên çep û gelek sendîkayên navendî piştgiriya wê dike, li dehan bajarî çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Li gorî amadekaran ji 27 eyaletan li 20 eyaletan, 14 jê paytextên eyaletan li herî kêm 60 bajarî çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

Hin lîderên rastgir û rastgiriya navendî jî tevlî çalakiyan bûn. Li bajarê Rio de Janeiroyê di çalakiyê de dowîz û pankartên bi nivîsa “Bolsonaro bicehime” hatin hildan.

Dadgeha Bilind jî ferman da ku têkildarî Bolsonaro û derdora wî, ji ber belavkirina gahiyên şaş gelek lêpirsîn bêne destpêkirin.

Li Sao Pauloyê bi deh hezaran kes li kolana Paulistayê li hev civiyan. Namzetên gengaz ên Serokkomariyê jî tevlî çalakiyê bûn. Yek ji wan jî lîderê Partiya Kar a Demokratîk Ciro Comes bû ku sala 2018’an bû sêyemîn.

Tevgerên çep beriya niha di çalakiyan de xwestibûn ku Bolsonaro ji ber nêzîkatiya li şewba Covid-19 ku bû sedema mirina 600 hezar kesî, ji wezîfeyê bê girtin.

Lê vê carê jî mirovên bêkar ên ku derdora 14.1 milyon kes e li ber Bolsonaro rabûn.

Ji bo hilbijartinên Serokkomariyê salek ma. Li gorî anketekê ku ji aliyê enstîtuya Datafolha ve meha Îlonê hate kirin, di tûra destpêkê ya hilbijartinê de rastgirê tund Bolsonaro wê ji sedî 26 ê dengan, namzetê çep Luiz Inacio Lula da Silva ji sedî 44 ê dengan bistîne.