Belgeyên fînansî yên mezin ku bi navê Belgeyên Pandorayê hatin pênasekirin, li 100 welatî bi sedan peymanên fînansî yên bijarte yên zêdeyî 330 siyasetmedaran raxistin pêş çavan.
Nêzî 12 milyon belge ketin destê Konsorsiyuma Rojnamevanên Lêkolîner a Navneteweyî (ICIJ). ICIJ ji bo belgeyan lêkolîn bike li 117 welatan bi zêdeyî 600 rojnamevanî re xebitî.
Dîrektorê ICIJ’ê Gerard Ryle di dîmenekî têkildarî bûyerê de got, “Em li vê derê li çend milyon dolarî nanihêrin, em li trîlyonan dolarî dinihêrin.”
Ev belgeyên mezin nîşan didin ku dewlemendên ji her devera cîhanê pereyên xwe li bihuştinên bacê yên mîna Karabîkê bi cih kirine û li şîrketên weke Panamayê parastine.
Piraniya 12 serokdewletên ku navê wan di Belgeyên Pandorayê de derbas dibe mîna siyasetmedar û fîguranên din ji welatên ku hatineya wan kêm e yan jî navîn e. Di nava welatên ku navê wan di lîsteyê de hene Brezîlya, Peravên Diranên Fîlan, Gabon, Hindistan, Pakistan û Srî Lanka hene.
Di nava Belgeyên Pandorayê de ji Tirkiyeyê zêdeyî 220 kes hene. Di nava van kesan de xwediyên holdîngên herî dewlemend ên Tirkiyeyê, her wiha gelek kesên karsaz, ji qada huner û sporê jî hene.