Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan Azerbaycan a cîran rexne kir û diyar kir ku ew ji ber “hebûna Siyonîst” a li Kafkasyayê bi fikar in.
Abdullahiyan got, “Em ê teqez rê nedin guherînên jeopolîtîk û nexşerêyan a li Kafkasyayê. Em ji ber hebûna terorîst û Siyonîstan a li vê herêmê gelekî bi fikar in.”
Salek piştî şerê li Qerebaxê, Îran hewl dide têkiliyên bi Azerbaycanê re bixe nava hevsengiyekê û bi Ermenistanê re hevkariyê bike.
1’ê Cotmehê artêşa Îranê li ser sînorê Azerbaycanê dest bi tetbîqatê kir. Tê gotin, bi rêya tetbîqatê tê xwestin ku hêzên bejahî yên li herêmê ji şer re amade bike û peyamê bide Bakuyê.
Li gorî hin pisporan, Îranê bi şandina leşkeran ber bi sînorê Azerbaycanê ve, di heman demê de peyamek daye Enqereyê.