Komîteya Nobelê ya li Stockholmê ragihand ku romannivîsê Tanzanyayî Abdulrazak Gurnah hêjayî xelata îsal a wêjeyê ya Nobelê hatiye dîtin.

Gurnah ku sala 1948’an li Zanzibarê ji dayik bû, piştre li Qraliyeta Yekbûyî bi cih bû. Gurnah di nava fîgurên wêjeyê yên post-kolonyalîzmê de cih digire.

Gurnah ku bi dehan berhemên wî li ser mijarê hene, yek ji romanên xwe yên navdar romana ‘Paradise’ ye ku sala 1994’an hate weşandin.

Gurnah ku niha teqawît e li zanîngeha Kentê mamostetiya wêjeyê kir.