Ebulhesen Benî Sedir ku di 88 saliya xwe de mir, sala 1933’an li bajarê Hemedanê ji dayik bûye. Benî Sedir piştî damezrandina rejîma nihayî ya Îranê ya bi serkêşiya Xumeynî ji 4’ê Sibata 1980’an heya 22’ê Hezîrana 1981’an di serokkomarê Îranê bû. Her wiha fermandariya giştî ya hêzên çekdar û serokatiya meclîsa Îranê ya wê demê jî bû.
Ebulhesen Benî Sedir bi vê fermanê xwe ya “Qeytanên pêlavên xwe venekin heya ku serhildana Kurdistanê bi dawî dibe”, di çavê gelê Kurd de wek kesekê kujer û nijadperest tê naskirin.
Tevî ku nehatiye zanîn bê ka sedemê mirina wî çiye îro li nexweşxaneya Salpetrya ya Parîsê miriye.