Di konvoyê de ya ku êriş li dij hate kirin, Waliyê Adenê Ahmed Lamlas û Wezîrê Çandiniyê Salem El Sokotri hebûn.
Di êrişê de ku li taxeke Adenê pêk hat, herî kêm 5 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye. Hate ragihandin ku wezîr û walî bi saxî ji êrişê filitîne.
Li başûrê Yemenê hikumeteke bi navenda Adenê heye. Hêzên hikumetê yên ku Erebistana Siûdî piştgiriya wan dike û civaka navneteweyî jî nas dike, her wiha Konseya Demkî ya Başûr di nava hikumetê de hene. Yemen a Başûr heta sala 1990’î beriya yekbûna welêt, dewleteke serbixwe bû û xwedî avaniyeke sosyalîst bû.
Sala 2014’an piştî ku paytext Sana kete destê Hûsiyan, şerekî giran dest pê kir. Li aliyekî hêzên hikumetê yên ku Erebistana Siûdî piştgiriya wan dike, li aliyê din jî Hûsî yên bi piştgiriya Îranê hene.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan di vî şerî de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî Yemen weke welatê ku krîza herî giran a mirovî lê ye ragihandibû.