Li Qandaharê li îbadetgeha Şiiyan teqînek çêbû. Teqîn piştî nimêja înê çêbû û li gorî agahiyên ku nexweşxanê dane bi kêmanî 17 kes mirin, 13 kes birîndar bûne.
Mizgefa ku bûyî hedef li navenda bajêr e. Berdevkê Karê Navxwe yê rejîma Talîban Karî Seyîd Hostî di ser Twîtterê re daxuyanî da û got, ew ji ber teqînê ‘xemgîn’ in.
Beriya niha bi heftiyekê jî li bajarê Kunduzê ku li bakurê rojhilat e li mizgefteke Şiîyan êrîşeke xwekuştinê bûbû, bi dehan kes miribûn û birîndar bûbûn. Çeteyên DAÎŞ’ê ev êrîş li xwe girtibûn.