Li gorî rayedarên Tûnisî bi giştî 30 koçber di keştiyê de bûn. Hate ragihandin ku ji ber binavbûna keştiyê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî winda bûn. 7 kes jî bi saxî hate rizgarkirin.

Hate ragihandin ku keştî li cihekî nêzî peravên Tûnisê binav bûye. Li gorî agahiyan temamiya koçberên di keştiyê de Tûnisî û mêr bûn.

Keştiya ku sibeha Yekşemê bi rê ket û berê xwe li girava Lampedusa ya Îtalyayê bû, li peravên Şebbayê binav bû.

Hate ragihandin ku keştî ji bo hilgirtina 30 kesî biçûk bû û şert û mercên hewayê jî nebaş bû.