Serokê şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Enqereyê Fatîn Kanat diyar kir ku heta çareseriya demokratîk a doza Kurdan pêk neyê, heke destûra bingehîn were amadekirin jî ji bo dema dirêj wê ji problemên welat re nebe çareserî.

Serokê şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Fatîn Kanat diyar kir ku nîqaşên li ser destûra bingehîn ne ji bo bicihanîna pêdiviya demokrasiyê ye.

Kanat ji ANF’ê re axivî û diyar kir dema AKP û MHP qala amadekirina destûra bingehîn dikin armanca wan manîpulatîf û ji bo guherandina rojevê ye.

Kanat got “Rewşa heyî ya welat di her beşê de ji me re nîşan dide ku krîzek heye. Di warê mafan de tiştek li holê nemaye. Ne li gorî makeqanûnê ne jî li gorî qanûnên heyî û peymanên navneteweyî ne. Pergala serokatiyê gelek rayeyan dide kesekî, bi biryarnameyekê hemû avadaniya îdarî, daraz û siyasî tê guherandin, rayeya peywirdarkirin û vekişandinê bi îmzeyekê pêk tê, her cure îtîraz bi şîddetê tê melisandin. Di van şertan de nîqaşên li ser destûra bingehîn ne ji ber pêdiviya demokrasiyê ye. Armanc ne ev e ku dev ji rayeyên awarte berde.

Kanat pêşniyazên nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû yên mûxalefetê û xala deklarasyonê ya HDP’ê nirxand û got “Em dikarin bibêjin di bingeha van nîqaşan de, pirsgirêkên qet nehatine çareserkirin û çareseriyên ne rastîn nayên nirxandin û mirov dikare diyar bike ku pirsgirêk ketine nava hev. Gelekî eşkere ye ku doza Kurdan a ku pirsgirêka herî mezin û giran a welat e, nayê dîtin. Destûra Bingehîn a 1921’an a ku Xirîstiyanan veder dike û lê di warê xwerêveberî û xweseriyê de hin taybetiyên demokrasiyê tê de hene, piştî xurtbûna desthilatdariya Kemalîst di 1924’an de bû destûreke bingehîn a tekparêz û nijadperest. Ji wê rojê û heta niha ev ax bûye axa êşê. Ji xeynî pêdiviya destûra bingehîn a nû, pêdiviya welat bi çareseriya demokratîk a doza Kurdan, aştî, azadî û demokrasiyê hene. Heta ku şertên wisa ava nebin heke destûra bingehîn a nû were çêkirin jî di dema dirêj de wê ji pirsgirêkên welat re nebe çareserî.”