Fînancîal Tîmesê meha Cotmehê ragihandibû ku Çînê li fezayê moşeka hîpersonîk ceribandiye. Çînê jî ev agahî li derewê qelibandibû.

Serekerkanê DYE’yê Mark Mîlley ji Bloomberg TV re axivî û got, ”Tişta ku em dibînin (…) ceribandineke pir girîng a pergala çekeke hîpersonîk e.”

Mîler ev test da ber şandina Sputnîkê ya bi destê Sowyetan ku Cotmeha 1957’an şandibûn fezayê ku vê DYE şaş kiribû û weke pêşbirka fethkirina fezayê dabû destpêkirin.

Mîllet got, ”Bi temamî weke Spûtîkê ye nizanim lê bi min pir nêzî vê ye.”

Fînancîal Tîmesê di nûçeyekê de gotibû Çînê meha Tebaxê moşekeke bi wesfê nukleer şandiye ku beriya ku ber bi hedefa xwe ve nizim bibin, li rêgeheke nizm a cîhanê ger kiriye.

General Mîlley bû rayedarê pêşî yê Emerîkî ku nûçeya Fînancîal Tîmesê piştrast kirî.

Li gel Pekînê DYE, Rûsya û bi kêmanî 5 welatên din li ser teknolojiya hîpersonîk dixebitin. Moşekên hîpersonîk, weke moşekên balîstîk ên berê dikarin nukleeran hilgirin û ji leza dengê 5 caran zêdetir bilez in.