Berpirsê Tiba Edlî Hişam Fakirî ku ji AFP’ê re axivî got, ”Duşemê cenazeyê 7 çalakgeran û cenazeyê paramîlîterekî yê ji Hêzên Desteka Bilez anîn morgê.”
Fakîrî her wiha diyar kir van rojên dawî hin cenazeyên din jî anîne morgê lê derheqê vê hijmar neda.
Doktorên dilxwazên demokrasiyê duşemê bi daxuyaniyekê diyar kirin 4 çalakger ji hêla leşkefran ve hatine kuştin.
Van rojên dawî li paytext Hartumê çalakiyên protestoyî dibin û dema çalakiyê leşker bi bombeyên gazê û guleyan êrîşan dibin ser çalakgeran.
Duşemê generalê darbekar Evdil Fettah El Burhan ragihandibû ku hemû sazî hatine betalkirin. Piştî vê daxuyaniyê li Sûdanê ku yek ji welatê herî hejar ê cîhanê ye, dahatu zêdetir nediyar bû.
Çalakger dixwazin desthilat bi temamî bi dest sivîlan ve were berdan û diyar dikin heta ku daxwaza wan bi cih were ew ê li kuçeyan bin.
General Burhan jî diyar kir di nêz de ew ê hikûmetekê bîne ser kar lê her wiha piraniya rêveberên sivîl destgîrkirî ne.