Erebistana Siûdî ji ber şîroveyên rexkirinê yên Wezîrê Enformasyonê yê Lubnanê George Kordahî yên têkildarî şerê Yemenê, Sefîrê Bilind ê Lubnanê dersînor kir.

Erebistana Siûdî gotinên wezîr weke ‘biçûkxistinê’ pênase kir û kirîna ji Lubnanê jî bi temamî qedexe kir.

Qûweyt û Bahreynê jî ji bo piştevaniya Erebistana Siûdî sefîrên bilind dersînor kirin û Îmaratê jî nota da sefîrê bilind ê Lubnanê.

Wezîrê Enformasyonê yê Lubnanê di hevpeyvîneke xwe de ya vê hefteyê hate weşandin, şerê li Yemenê weke êrişkariya Erebistana Siûdî û Îmaratê pênase kiribû.