OPCW’ê ji nedîtî ve hat ku artêşa Tirk bi koda ‘MKE MOD 251’ ji salên 1990’î heta 2010’an bibe xwedî bombeyên CS ên 120 mm’yî yên qedexekirî. Aqûbeta bombeyên ku dewleta Tirk lê mikur hat, nayê zanîn.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku li cîhanê 189 welat endamên wê ne, hilberîna bombeyên CS “2-chlorobenzalmalononitrile” bi armancên leşkerî qedexe dike. Bombeyên CS ku tenê di bûyerên civakî de ji bo bikaranîna wê ya bi rêjeyeke biçûk destûr tê dayin, li qadên girtî yên mîna şikeft û tunelan dibe sedema kuştinê. Ev bombeya kîmyewî ku bedena mirovan dişewitîne, mirov pê dikuxe, mehdê mirovan dixele û verdişe, dema ku li cihekî girtî tê bikaranîn hingî bêhnê li mirovan diçikîne û dikare bikuje. Ev bombeyên CS ku li gorî Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî hilberîn, stokkirin û bikaranîna wê qexexe ye, ji salên 1990’î û vir ve yek ji çekên sereke yên artêşa Tirk e. Dewleta Tirk bi guhertineke qanûnî re ya ku 10’ê Nîsana 1997’an li Rojnameya Fermî hate weşandin, ragihand ku ew vê peymanê qebûl dike.
OPCW’Ê BI SALAN GUH NEDAYÊ!
Destpêkê kovara parastinê ya Îngiliz “Jane’s Defence Weekly” di hejmara xwe ya Mijdara 2003’an de nivîsand ku Saziya Endustriya Kîmya û Makîna (MKEK) ku ji bo dewleta Tirk amûrên leşkerî çêdike, bombeyên CS ên ji 120 mm’yî hilberandiye. Tevî ku di peymana OPCW’ê de li sê xal û bendan tê destnîşankirin ku ev gazên kîmyewî û bi jehr di şer û serhildanên navxweyî de nabe ku bêne bikaranîn, dewleta Tirkiyeyê guh neda vê peymanê û li Kurdistanê di şer de ev bombe bi kar anî.
Artêşa Tirk qîma xwe bi vê neanî û bombeyên CS ên bi 120 mm’yî li fûarên çekan ên xwecihî û biyanî nîşan da. Li Enqereyê di Îlona 2005’an de li Fûara Pîşesaziya Parastinê ya Navneteweyî (IDEF), sala 2010’an li bajarê Cape Town ê Başûrê Efrîkayê di Fûara Parastin û Hewakariyê ya Efrîkayê (AAD) de bombeyên CS ji aliyê artêşa Tirk ve hatin nîşandan.
TIRKIYEYÊ QEBÛL KIR KU HILBERANDIYE
Piştî fûara li Cape Townê, Zanîngeha Bradford a li Îngilistanê jî rapor amade kir ku di envantera artêşa Tirk de bombeyên kîmyewî hene. Dr. Michael Crowley ku li heman zanîngehê wezîfedar e û ji pisporên OPCW’ê ye, 29’ê Mijdara 2010’an di forûma OPCW^^e de bang li Tirkiyeyê kir û jê xwest ku li gorî peymanan tevbigere. Di heman forûmê de nûnerê Tirkiyeyê yê li OPCW’ê Ûgûr Dogan îdîa kir ku wê di vê mijarê de dest bi lêkolînê bike. Sefîrê Bilind ê Tirk Ûgûr Dogan di 25’ê Sibata 2011’an salek beriya Peymana OPCW’ê de mikur hatibû ku bombeyên CS’ê di sala 1996’an de hilberandine. Dogan îdîa kir ku tenê hezar heb çêkirine û got, “Me 150 jê ji bo ceribandinê bi kar anîn, 850 jî îmha kir.” OPCW’ê li hemberî vê mikurhatinê pêwîstî pê nedît ku mekanîzmaya xwe ya kontrolê bixe dewrê û li Tirkiyeyê lêkolînan bike. Ji sala 2010’an heta 2018’an dîplomatekî Tirk ê bi navê Ahmet Uzumcu li ser serê OPCW’ê bû.
BANG BI KÊR NEHAT
Di wê demê de ku Tirkekî serkêşî ji OPCW’ê re dikir, Dr. Michael Crowley di hemû raporên xwe de yên navbera salên 2013-2018’an de rexne kir ku piştî daxuyaniya Tirkiyeyê ya ku digot ‘me ev çe îmha kir’ lêkolîn nehatiye destpêkirin. Dr. Michael Crowley erk û wezîfeyên OPCW’ê bi bîr xist, lê belê ev bang bi kêr nehat.
Dr. Crowley di rapora xwe ya sala 2016’an de rexne kir ku piştî şer mekanîzmaya cezakirinê ya OPCW’ê nîne û destnîşan kir ku DYE û Tirkiye di vê mijarê de ‘gumanbarên gengaz e’. Zanyarê Îngiliz ragihand ku îdîayên li ser binpêkirina peymanên OPCW’ê ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîlayên Kurd nehatine lêkolîn û ji ber vê yekê jî dibe ku ev rewş gelek caran hatibe dubarekirin.