Şervanên YPJ’ê Avyan Botan û Rûken Botan wekî gelek hevalên xwe soza xwe ya bi şehîdan re dabûn didomîn. Di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê kiliyên zehmet jiyan kirin, lê rexmî van zehmetiyan jî dikarîn heya dawî li ber xwe bibin. Avyan û Rûken heya niha cihê xwe di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de digirin.

Berxwedana Girê Kevirê Ker û Batamê

Avyan û Rûken, serpêkhateyên li Girê Kevirê Ker û Girê Batmanê, her wiha gundên herêma Cindirêsê behs dikin, Avyan wiha serpêhatiyê parve dike;

“Di roja duyemîn a Berxwedana Serdemê de, em di girûpa Şehîd Çekdar û Şehîd Barîn de bûn, ez û heval Rûken di girûpa ku fermandar Silava serkêşiya wê dikir de bûn. Ji girûpa me hate xwestin ku biçin girên Kevirê Ker û Girê Batmanê yê herêma Racoyê ku dikevin li ser sînor. Herdu gir ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibûn dagirkirin. Li  ser piya û di nav dar û zeviyan de me berî da herdu giran, me xwe ji balafirên keşfê diparast. Piştî çend saetan ji meşê me nuqteyên xwe li nêzî giran girtin. Li vir bermahiyên bombebarana hovane ya balafir û topên artêşa Tirk a dagirker xuya dikirin, rastî cihê xemgîniyê bû, ku çi bi xak û xwezaya Efrînê kirin.  Me xwe li gorî du girûpan balav kir, tevî wesatandina di encama meşa dirêj de jî em ji şer û întiqanê re bi heyecan bûn.

Me xwe ji rizgarkirina gir ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê re amade kir, bi şev bû me ji du baskan ve me berî xwe da Girê Kevirê Ker. Xwezaya vî girî hemû kevir û dar in, bi dizî di nava dar û keviran de em nêzî quntara gir bûn, ez û hevalekî din me da pêş, da ku rewşa li wir nas bikin û paşê dest bi êrîşa yekem a li dijî nuqteya dijmin bikin. Pişî çend mître em nêz bûn hevalê min bombeyeke destê avêt nuqteyê, dema bombe teqiya em bi pêş de çûn û me gule avêtin, 3 çete hatin kuştin, paşê girûpa din da pey me û em li girê bela bûn û dest bi reşandina guleyan kir. Me dikarî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî ji hev bixînin, me gelek ji wan kuştin û yên din jî reviyan.  Di nava kêmî saetekê devçete li ser gir neman û me gir paqij kir, em û girûpa din gihiştin hev, min hevala xwe Rûken dît, me ev hembêz kir, çalakiya me bi serkeftî bû ku ti hevalên me şehîd û birîndar nebûn.

Çalakiya Batmanê

Piştî ku me derbe li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê da û Girê Kevirê Ker rizgar kir, me xwe ji bo çalakiyeke din li girê Batmanê yê nêzî Kevirê Ker amade kir, da ku nehêlin çete xwe komî ser hev bike û careke din êrîşî Kevirê Ker bikin. Fermandar Silav xwest em girûpekê ava bikin da ku çalakiyê bikin û girûpa din jî Girê Kevirê Ker biparêze û ji paş de girûpa yekem binixumîne, min û hevala xwe Rûken xwest di girûpa çalakiyê de bin û 4 şervanên YPG‘ê Şiyar, Çekdar, Kendal û Sîpan tev li girûpê bûn.

Beriya ku em biçin Grirê Batmanê, me pilan kir ku em ji sê aliyan ve bi ser çeteyan ve biçin, her du şervan ji aliyekî de, derengî şevê me çek û rextê xwe li xwe kirin û me çûn Girê Batmanê, ez û heval Kendal ji aliyekî ve û girûpa duyemîn jî Rûken û Şiyar ji aliyekî din ve, Çekdar û Sîpan jî  di nêvî de pêşde dihatin da ku di rewşên awaret de alîkariya me bikin. Her em bi pêş de dihat, deng û tevgera çeteyan dihat, em bi baldarî pêş de diçûn ji ber ku çete hîna ji derbeya ku li Girê  Kevirê Ker xwaribûn seferber bibûn. Piştî ku me zêdeyî nîvê Girê derbas kir, hevalên me BKC li piş kevirekî bi cih danîn û li nuqteyên çeteyan dan, ez û heval Kendal nêzî gir bûn me gule li çeteyan reşandin, di navbera me û wan de şerên giran rû da. Hejmara artêşa Tirk a dagirker û çeteyan pir bû û gule bi aliyê me di avêtin, dengê hin çeteyan dihat bang li çeteyên xwe dikirin digotin kuştin û birîndarên rakin, em nêzik dibûn da ku nuqteyên xwe li ser gir bigirin, ji nişka ve Kendal ket, di zikê xwe de birîndar bibûn, me alîkariya wî kir ku rabe paşê me çek û rextê xwe rakirin û paş de vegeriyan, heval Çekdar û Sîpan jî dane pey me, heval Kendal rakirin û moral didan me.

Me bi heval Rûken û Şiyar re têkilî çêkir û ji wan xwestin ku paş de biçin, di wê demê de gule wekî baranê bi ser me de dihatin, me bi baldarî paş de vegeriyn, di navbera nuqteya me û nuqteya hevalên me ya li Girê Kevirê Ker dûrbûneke hebû, li aliyekî din jî nexweşbûna rê li pêşiya leza me dibû asteng, li milekî din jî çeteyan bê serûber derdora gir gulebaran dikirin. Piştî saetekê ji meşê me xwe gihand Kevirê Ker, hevalên li wir hatin pêşiya me û me li derdora heval Kendal kom bûn da ku rewşa wî nas bikin, lê ji ber xwîn pir winda kiribû şehîd bû. Li vir me soza xwe bi şehîdan re nû kir ku em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.