Wezîrê Parastinê Georgi Panayotov diyar kir ku ji roja Duşemê û vir ve ji bo piştgiriya bi ‘polîsê sînor’ wan leşker şandine ser sînorê Tirk-Bûlgar.
Panayotov ji televîzyona bTV re axivî û ragihand ku 350 leşkerî ber bi sînor ve hatine şandin.
Li gorî Wezareta Karên Hundir ji meha Çileyê heta meha Îlonê piraniya wan ji Efganistanê zêdeyî 6500 koçber ji sînorê Bûlgaristanê derbas bûn. Li gorî heman dema sala 2020’î koçberî bi sê qatî zêde bû.
Sînorê ji 259 kîlometrekareyî bi têlan hatiye girtin, lê belê vê yekê nekarî pêşî li pêla koçberiyê bigire.
Parlamenta Bûlgaristanê meha Tebaxê biryar dabû ku ji 400 heta 700 leşkerî bişîne ser sînorê Yewnanistan û Tirkiyeyê.
Bûlgaristan ku endamekî Yekîtiya Ewropayê ye ti carî hejmareke zêde ya penaberan qebûl nekir. Piraniya penaberên serlêdanê dikin beriya ku li benda bersivê bimînin vî welatî diterikînin.