Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, li nexweşxaneya leşkerî ya herî mezin a Efganistanê destpêkê êrişeek bombeyî hate kirin, piştre jî dengê çekan hate bihîstin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê di encama êrişê de herî kêm 19 kes mirin, 50 kes jî birîndar bûn.

Berdevkekî Wezareta Karên Hundir diyar kir ku qurbanî ji ber teqînê mirine.

Şahidan ragihandin ku teqîn li gorî dema herêmê saet di 13:00 de pêk hatiye û piştre dengê çekan hatiye bihîstin, dûre jî teqîneke duyemîn pêk hatiye.

Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye, lê belê şahidên ku ji Ajansa Nûçeyan a Bahtarê re axivîn diyar kirin ku êrişkar DAÎŞ’î bûn.

Ji meha Tebaxê dema ku Talîbanê desthilatdarî bi dest xist û vir ve çeteyên DAÎŞ’ê gelek êrişên giran pêk anîn.

Bi taybetî hefteyên dawî li dijî civata Hazara yên Şîa êriş hatin kirin.

Li paytext Kabûlê her wiha 3’ê Cotmehê li nêzî mizgeftekê teqînek pêk hatibû û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.