Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ragihand, piştî ku danûstinan 29’ê Mijdarê ji nû ve dest pê kirin, wê bi Îranê re li ser nukleerê karibe lihevkirineke ‘bi lez’ pêk were.

DYE’yê jinûve destpêkirina danûstandinan silav kir û diyar kir ku Rob Malley wê weke sefîrê Emerîkayê tevlî danûstandinan bibe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve Ned Price daxuyanî da çapemeniyê û got, “Em di wê baweriyê de ne ku bi rengê herî lez dikarin li hev bikin û vê yekê bi lez bixin meriyetê.”

Berdevk got, “Eger Îran cidî be, em di wê baweriyê de ne ku dikarin vê bi lez bikin.”

Li aliyekî Îran, li aliyê din jî DYE, Qraliyeta Yekbûyî, Rûsya, Çîn, Fransa û Elmaya, bi peymana nukleerê ya ku sala 2015’an li Viyanayê hate îmzekirin dixwazin ku di berdêla kontrola tund a Neteweyên Yekbûyî ya li ser bernameya nukleerê ya Îranê, pêkanînên navnetweyî yên li dijî Îranê bêne rakirin. Lê belê DYE’yê bi rêveberiya Donald Trump sala 2018’an bi rengekî yekalî xwe ji peymanê vekişandibû û ji nû ve pêkanîn li Îranê ferz kiribû. Tehranê jî sozên ku dabûn qonax bi qonax betal kiribû.