Li bajarê Hewlêrê agir bi bazara Lengê ket û di encamê de 1200 dikan şewitîn.

Li Başûrê Kurdistan, li bazara Lengê ya bajarê Hewlêrê, ku 3 hezar dikan lê hene, îro Pencşemê serê sibê saet 04.00 şewat derket.

Li gorî agahiyên gîhîştin radyoya Dengê Welat, di encama şewatê de 1200 dikan şewitîn û balkêşe ku bi tevî ku ekîbên agirkûj hatin herêmê jî nekarin şewatê bixin bin kontrolê.

Şewat incex piştî bi 6 saetan hate kontrolkirin.

Sedemê derketina şewatê nayê zanîn,

Lê belê tê diyarkirin ku rayedarên hûkûmetê, beriya niha gelek caran xwestiya vê sûk ango bazarê xera bike û bide îhaleyan, lê belê dikandarên bazarê destûr nedidan ku hûkûmet li wir avahiyên nû çêke.