Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 18. civata xwe ya giştî pêk tîne. 

18. Kombûna Civata Giştî wê 26-28’ê, Cotmehê li Hollanda bi beşdariya zêdetirî 300 endam û mêvanan pêk were. Nûnerên partiyên siyasî û civakî, sazî, dezgeh û gelek kesayetên ji her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê wê tevlî kombûnê bibin.

Rewşa siyasî û bûyerên dawî yên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê diqewimin di civînê de bi berfirehî werin nirxandin.

Di civata giştî de wê yekîtî û tifaqa navxweyî jî were nîqaşkirin.

Hevseroka KNK’ê Nilufer Koç li ser armanc û naveroka civata giştî ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Koç bal kişand ser tifaq û yekîtiya neteweyî û got, “Gelê Kurd êdî siyaseta parçebûyî û bê tifaqiyê napejirîne. Ji bo parastina destketiyên gelê Kurd, divê hemû aliyên siyasî bi erk û perpirsyariyên xwe rabin. Me weke Kongreya Neteweyî projeyek amade kiriye û em ê pêşkêş bikin.”