Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) ku li hemberî dagirkerî û nokeriyê xeta azadiya xêz kiribû, di 26’emîn salvegera şehadeta xwe de ji bo jinên Kurd, Ereb, Asurî-Suryanî û jinên azadîxwaz wekî navê xwe bû hêvî. Xeta azadiya jinê ku Bêrîtanê vekiribû îro li cîhanê belav bûye.
Îro salvegera şehadeta gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş a bi nasnav Bêrîtan Hêvî ku di şerê sala 1992’yan ê li dijî dagirkeriya Tirk û hevkarên wê de teslimiyet qebûl nekir û şehît bû ye. Karataş ku bi têkoşîn û helwesta xwe ji bo tevahiya jinan bûye mînak, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tê bibîranîn.
Gulnaz Karataş ji bajarê Dêrsimê ê Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk komkujî û hovîtiya xwe lê daye meşandin e, Lewma ji bo wê wateya “têkoşîn” û “Azadiyê” gelekî girîng bû. Hîn di salên xwe yên dibistanê de jî viya nîşan dide.
Gulnaz Karataş li dibistanê di dersa wêje de dema ku mamoste dibêje “Bila herkes biyogirafiya xwe binivîse”, van hevokên li jêr dinivîse.
“Hûn ê di nasnameyê de min wiha nas bikin. Lê gelo ev yek ji bo ku kesek bixwaze min nas bike wê têrê bike. Karkerek ku li Vîetnamê dixebite wê bizanibe ku ez çiqas dilsoza rengê kesk im, wê jinên Nîkaragûa bizanibin ku ez her roj derdikevim şaneşînê û bi demjimêran li asîmanan dinêrim, zarokên ku pêlavan boyex dikin wê eleqeya min ya helbest û pirtûkan bizanibin. Tiştên di kutukê de hatin nivîsandin, min nadin nasandin. Tiştên ku min bidin nasîn “tiştên ku min nivîsîne. “
Jiyan û têkoşîna wê
Herêma Dêrsimê piştî komkujiya dewleta Tirk hatibû valakirin û talankirin. Kurdên herêmê neçarî koçkirinê kiribûn. Gelek malbat û eşîran koç kirin. Ji bo yên ku li Dersîmê man jî pêvajoya asîmlasyonê dane destpêkirin. Ji bo asîmlekirina Kurdan Dersîm wek herêmeke tampon kar anîn.
Sal û dem derbas bûn ev li ser Kurdan bandorek mezin çêkir. 40 sal piştî vê komkujiyê sala 1970’yan Kurdek bi navê Mustafa Necatî Karataş ji Dersimê bi cih hiştibû û ji ber ku memûr bû berê xwe dabû navçeya Solaxan a Çewlikê.
Rojek adara sala 1971’an de Mustafa Necatî dema ku nûçeya “Denîz Gezmîş li Gemerekê hat girtin” bihîst, pirr xemgîn bû. Ev xemginiya wî bi mizginiya “keçek te hat dinê” veguhiriya kêyfxweşiyê. Li Solaxan keçek wî hat dinê û navê wê danîn Gulnaz. Çend salên Gulnaz ên zarokatiyê li Solaxan derbas bû û roj hat bi tayina bavê xwe berê xwe dan Xarpêtê.
Dibistana seretayî li Xarpetê xwend û dibistanên navîn û amadeyî jî li Xarpêtê xwend.
Dema ku malbat hat Xarpêtê li taxa Fevzî Çakmak bicih bûn. Li Xarpêtê, wê demê de 2 taxên wek Fevzî Çakmak û Yildizbaglari taxên elewî û şoreşgeran dihat zanîn. Gelek Kurdên ji Dersîmê hatibûn, li van her du taxan dijiyan. Malbata Gulnaz jî li vê taxê dijiya.
Sala derbeya 12ê Îlonê li van taxan rojên zor û dijwar hebûn. Her roj êrîş û binçavkirin hebû. Vê yekê bala Gulnazê jî dikişand û di mêjiyê xwe de lêpirsînek “Çima?” dabû destpêkirin.
Dibistana ku Gulnaz dixwend, Lîseya Anadolu ya Xarpêt, bi mamosteyên nijadperest û paşvemayî hatibû dagirkirin. Li van saziyan û dibistanan zêdetir zext û empozekirina sîstemê bi awayek sîstematîk dihat birêvebirin. Li van deveran zarok ji neteweya wan, ji baweriyên wan dihatin dûrxistin.
Çalakiya wê ya yekem protestokirina merşa Îstîklalê bû. Di van demjimêran de yan dereng dihat an jî hîç nedihat dibistanê. Li dibistanê di nav hevalên xwe de wek keça asî dihat nasandin.
Hevalek wê di bîranînên xwe de behsa rojên wê yê dibistanê dike.
“ Ji rojan duşem bû. Ji bo ku em tevlî merasima sondxwarin û xwendina sirûdê nebin, wê rojê em dereng hatin dibistanê. Lê wê rojê merasim dirêj bibû û em hatin girtin. Kincên fermî jî me li xwe nekiribû. Cezayê disîplînê dane me û xwestin ku em bi kincên fermî werin dibistanê. Ez çûm û min kincên fermî li xwe kir, vegeriyam. Lê min dît ku Gulnaz berevajî, her ferek sola wê ji rengê cûda û goreyên spî jî neguhêrtibû. Me paşve gav avêtibû, lê wê îsyana xwe domandibû. “
Her çiqas asî bû jî lê di warê zanebûna neteweya xwe de ne xwedî agahiyên zêde bû. Rojek Newrozê dema hevalên wê jêre gotin Newroza te pîroz be. Got “Ez Elewî me, ez ne Kurd im. “
Lê roj hat êdî di Gulnaz de guhertinên mezin çêbûn.
Li taxa Fevzî Çakmak dikana Koftefiroş hebû. Li pişt vê dikanê odeyek biçûk ji bo Gulnaz û hevalên wê navenda bi rêxistinbûnê bû. Li vê derê kovarên nû dixwendin li vê derê li ser pêşketinên siyasî nîqaş dikirin.
Dîsa di salên dibistana amadeyî de, di sporê de jî gelek serkeftî bû. Di lîstokên wek hentbol, voleybol û basketbolê de, di nav lîstikvanên herî jîr de cih digirt.
Eleqeyek wê ya taybet ji bo tiyatro jî hebû. Di organîzasyonên dibistanê de cih digirt. Komên tiyatro yên profesyonel ku dihatin bajêr Gulnaz wê rojê li salona wan bû.
Dîsa li Xarpêtê navendek îşkencexaneyê “bînsekuzyuz-evler” ku bi navê deng bû hebû. Her roj ji vê derê dengê berxwedanê û îxanetê dihat. Di sala 1979’an de 8 salî bû ji derdora bihîstibû ku keçek Kurd-şoreşger-Apocî-Dersîmî bi navê Sakîne Cansiz li vê îşkencexaneyê li hember îxanetê berxwedanek mezin dimeşîne.
Di salên amadeyî de piştî 12’yê Îlonê hevalên wê jî li vê navêndê di îşkenceyan de derbas bibûn. Ev yek di jiyana Gulnazê de ji bo dahatûyê îşaretên berxwedanê bûn.
Sala 1989an Fakulteya Zanista Îdarî û Îktîsadî ya Stenbolê qezenc kir û dest bi zanîngehê kir. Şoreşgeriya wê û eleqeya wê ji şoreşê re gelek bihêz bû. Her çiqas di nav malbat û mezhebê de ne, di ferqa zanebûna neteweyî de be jî, bi destpêkirina zanîngehê re êdî lêgerînên wê yên berfireh û kûr destpê kir. Bi taybetî lêgera wê ya derbarê têkoşînê de zêdetir bû.
Sala 1989an li Stenbolê li Zanîngehê bû. Jiyanek nû, civakek nû û hevalên nû.
Sala xwe ya yekemîn tevgera azadiya Kurd nas kir. Tevlî nava tevgera ciwanan bû. Her çiqas ji zanebûna Kurdiyetiyê dûr mezin bibû jî, bi naskirina rêxistinê re di demeke kin de guhertinên mezin çêkir. Gulnaz bi vê leza mezin a guhertin û veguhertinê gihîşte zanebûna gel, welat û hestên welatparêziyê.
Denîz Tanya: Naskirina Gulnaz a PKKê di salên zanîngehên de bû. Cotmeha sala 1989an dest bi zanîngehê kir. Di nav xebatên ciwanan de cih girt. Wan salan hetanî 92yan dema çalakiyên ciwanan ya herî bi tevger bû. Gulnaz tu caran tevlî çalakiyên xwendekaran ên ji rêzê nebû. Tevlî çalakiyên ji bo mafên xwendekaran nedibû. Digot ku cihê ku em ê li bisekinin cihê tekoşîna me, cûda ye. Xebatên rêxistinê esas girt û tevlî bû. Her tiştên wê cûda bûn, ji kincên wê bigire her tişt. Jêre digotin Gulnaza anarşîst. Ew kesek cûda bû.
Di nava xebatên ciwanan de demeke kin ma. Gulnaz demek şûnde dixwest aktîv di nav tevgerê de cih bigire. Ji bo vê yekê ji rêxistinê daxwaz kir ku perwerdehiyek siyasî bigire. Sala 1990an derbasî Yewnanîstanê bû û li vê derê demek perwerdehiya siyasî û teorîk girt.
Piştî saleke perwerdeyê şûnde ji bo xebata gel a îlegal li Stenbolê hat wezîfedarkirin. Zêdetir di nava gelê ku ji herêma Mêrdîn û Sêrtê bûn de xebitî. Pir zû bi gel re yekbûna xwe da çêkirin. Gel û bi taybetî jî dayikan gelek jê hez dikirin. Di nava van xebatan de fêrî zimanê Kurdî jî bû.
Di pêvajoya van xebatan de, bi endama tevgera azadiyê- PKKê Yildiz Durmûş kod nav “Jiyan” re li Stenbolê hat girtin. Di bin çavan de li ber xwe da, tu tiştek ji îşkencekaran re negot. Ji vê derê derbasî zîndanê Bayrampaşa bû.
Dema ku li girtîgeha Bayrampaşa bû Sakîne Cansiz rojek diçe serdana wê.
“Bi hevala Gulnaz re zêde nemam. Naskirina me ya hev du di demek girîng de pêk hat. Di destpêka bihara 91an de dema ez ji zîndanê derketim, çûm serdanê wê. Li Stenbolê li zîndana Bayrampaşa girtî bû. Xwendekara zanîngehê bû û ji ber xebatên siyasî polîsan ew girtibû. Dema ez çûm serdana wê, hevala Yildiz Durmuş jî li gel wê bû. Hat kabîneyê û xwe da nasandin. Got, ez Gulnaz Karataş im û ji Dersîmê me. Di demek kurt de hemû agahiyên hundir da me. Hevala Jiyan jî behs dikir, lê Gulnaz di demek kurt de gelek tişt parve kir. Pirsa derve kir. Pirsa rewşa zîndanên din kir. Wê demê bala min kişandibû. Tiştên ku digot hem zelal bû û di heman demê de qîm jî dikir. Dema ku dixwest tiştek bibêje dida hîskirin”
Piştî demekê ji girtîgeha Bayrampaşa serbest hat berdan. Bêrîtan pêvajoya girtîgehê ji bo xwe weke bingeha derbasbûna welat nirxand û li gor vê yekê dest bi amadekariyan kir. Herî zêde li ser komkujiyên dîroka Kurdistanê lêkolîn dikir. Ji lehengiya jinên Kurd gelek bandor bibû. Di nîqaşeke bi hevalên xwe re wiha digot; “Her bijî, ji wan Besêyên ji bo ku radestî dijmin nebin xwe di kendalan de, di zinaran de avêtine. Ma gelo em jî dikarin weke wan leheng bin?” Bi van gotinên xwe hem asta bandora xwe û hem jî biryardariya xwe ya tevlîbûna rêxistinê dianî ziman.
Sala 1991’an dema ku ji zîndana Bayrampaşa derket ji bo jiyana wê merheleyek nû, ango merheleya esas destpê kir. Biryar dabû û wê derketa çiyayên Kurdistanê tevlî nav refên gerîla bibûya .
Sakîne Cansiz: “Di xebatên ciwanan de rolek wê ya mezin hebû. Dema ku ket zîndanê valahiyek çêbû. Dema ku derket li wê derê hinek rehetî çêkir lê wê nedixwest bimîne. Digot ez ê tevlî gerîla bibim. Me digot demek bimîne hin xebatên me hene, em bi hev re bi rê ve bibin. Lê wê israr dikir. Demek ew komek çûne Rihayê têkilî nedîtibûn car din vegeriyabûn”
Di vê navberê de di salên zanîngehê de bi ciwanek navê Huseyîn re nîşanî bû.
Denîz Tanya: “Em li ber deryayê rûniştibûn, behsa çûyina xwe kir. Got min nîşanî kiriye. Min refleksek nîşan da, min got Gulnaz tu jî tevlî van karan bûyî? Li min nêrî û got qey ez nikarim hez bikim. Me hesûdî dikir, me ew bi kesî re parve nedikir. Piştre behs kir got hevalê Huseyîn e. Ew jî şehîd ket. Got piştî ku ez çûm, bi Husêyin re biaxive. Piştî ku Gulnaz çû li Beşîktaş bi Husêyin re me hevdîtinek pêk anî”
Di rojên ku wê derbasî çiya bibe ji Huseyîn xatir nexwest, lê helbestek hişt. Di destpêka Helbesta xwe de wiha digot.
“dema ku ez ji bo lêxistina dijminê ku ji hêviyê, ji sibehan û ji zarokên agir ditirsin, bi rê dikevim, te bi cih dihêlim.
9’ê gulana 1992’yan de li çiyayê Cûdî di nav refên gerîla de bû û ew jî êdî gerîla bû.
Berî ku here nav refên gerîla, ji xwe re navek rêxistinê jî destnîşan kiribû. Di bin bandora Binefş Agal de mabû. Lê dema hat hêrêma gerîla, dît ku gelek kes navê Binefş bi kar tînin, wê jî navê Bêrîtan li xwe kir. Di bin bandora eşîra Bêrtiyan de mabû. Di dema salên xwendina amadeyî de li ser vê eşîrê lêkolînek wê jî çêbibû.
Denîz Tanya: “Dixwest wek Binefş Agal be. Her tim pirs dikir;”Tu hevala Binefş nas dikî?” Berê min nas nedikir. Min bihîstibû, ku serhildana Cizîrê çawa pêk hatiye. Kê pêşengî kiriye, kê gel rakiriye ser piyan. Lê wê perwerdehiya vê yekê dîtibû û dizanibû. Di destpêkê de navê Binefş bi kar anî. Navê min yê gerîlatiyê hevala Bêrîtan danîbû. Dora rojê hat û got, min navê we guhert, navê te Deniz, yê te Tanya û yê te jî Sena. Navê keça xaltiya min, ku em bi hev re tevlî partiyê bibûn danî Tanya, navê min Denîz, navê xatliya min jî danî Sena. Wisa 3 navên ku ne Kurdî bûn. Sê navên şoreşgeran. Sena keçek Filistinî bû, çalakiyek întixarî pêk anîbû. Tanya li Rûsya navê keçek şoreşger û navê min jî ji Denîz Gezmîş girtibû. Got hûn di partiyê de bûn sê enternasyolîst. Jixwe piştî Binefş navê eşîra xwe danî. Bêrîtan”
Di pêvajoya gerîlatiyê de di pratîkê de perwerdehiya leşkerî dît. Di rojên xwe yên gerîlatiyê de her tim rojnivîsek wê hebû, dinivisî carnan jî helbest dinivîsî.
25ê îlona 1992an ji bo çalakiyek amadekarî dikirin. Amadekariya çalakiya Rûbarokê. Bêrîtan bi vê çalakiyê di nav gerîla de derket pêş. Di vê çalakiyê de birîndar bû.
Piştî vê çalakiyê, wek fermandarê Tîmek derbasî Şemzînan bû.
3’yê Cotmehê li hember gerîlayên Kurdan koalisyona herî barbar û hevkarên wan hêzên herêmî dest bi şer kiribûn. Şer ne bi tenê li herêma Xankûrkê bû. Li Zagros, Metînan û Heftanîn jî êrîşî hêzên gerîlayên ARGKê dikirin. Bêrîtan û tîma xwe jî di vî şerî de cih girtibûn. Li herêma Xakûrkê bûn.
Bi rojan şer dewam kir û ji her du aliyan ve gelek wendahî hebûn.
Şer, yekser ji aliyê navenda PKKê ve dihat birêvebirin. Û di kêliyên germ de anosek ji bêtêlan bilind bû, “ Bila pê li cenazeyê we bikin derbas bibin, lê tu caran teslîm nebin. “
Bêrîtan jî ev ferman di nav germahiya şer, teqîna bombe û çekan de bihîstibû.
Şer bi rojan dewam kir. Li gelek eniyan şer belav bibû. Li eniya ku Bêrîtan lê bû, fermandarî dikir û şer ji aliyê wê ve dihat birêvebirin.
Dem 25’ê Cotmeha 1992’yan demsala payizê bû. Şer êdî hatibû radeya man û nemanê.
Kozika ku Bêrîtan têde bû ji aliyê hêzên teslîmkar û noker ve hatibû dorpêçandin. Bêrîtan li pêşiya eniyê şer dikir ku tîma xwe ji vê dorpêçandinê rizgar bike. Ji serê xwe, ji milê xwe û jî singa birîndar bû. Ji her derê bedena wê xwîn diherikî. Lê şer dewam dikir.
Bêrîtan xwe gihandibû ser kendalekê. Li hemberî wê çemê Lolan derbas dibû. Ji bo teslîm bibe hevkarê dijmin bang dikirin. Lê Bêrîtanê rûpelek nû di têkoşîna azadiyê de vekir.
Destpêkê çeka xwe parçe parçe kir. Piştre rojnivîsa xwe veşart ku rojek bikeve dest hevalan wê an jî Huseyîn. Piştre li ber çavên wê dema ku li Xarpêt bû li hember îxanetê û îşkenceyan dengê berxwedana Sakîne Cansiz a di îşkencexaneya “Bînsekizyuzevler” de bilind dibû hat. Dîsa Komkujiya Dersîm û berxwedana Besê hatin ber çavan ku di salên dibistanê de gelek caran ji hevalê xwe re behs kiribû û gotibû “divê mirov li hember teslimiyetê wek Besê helwestek nîşan bide”.
Bêrîtanê wekî gotina xwe jî kir. Ji kendalên bilind, xwe berî bêdawîbûnê da.
Sal derbas bûn şahidên demê Çeto Rehîm Kerîm di bernameya Fotograf a di Roj Tv de wiha behsa wê demê dikir.
“Ew keçik hat ser kendal. Peşmergeyan bang kir ku teslîm bibe, bi zaravayê Kirmancî bû ez bawer im got; “Bijî Kurdistan, bijî PKK” û wek teyrek xwe berî jêr da û firiya. Dema li erdê ket tozek bilind bû. Wê demê ew xelqê bi ser wê de diçûn têk çûn. Bi rastî nizanim çawa behsa wê bikim. Ew kes xwedî wijdanek çawa bûn. Piştre çûn ser cesedê wê. Çenteyek li gel wê hebû. Hinek nan têde hebû. Nanê genim bû, çi bû nizanim, lê pirr hişk bû. Cotek pêlavên Adîdas di piyê wê de bû. Li gel me dibêjin pêlavên Îranê. Pênûsek di çentê wê de hebû. Egalek hebû, bi rengê ala Kurdistande bû. Albûmek hebû tê de fotograf hebûn”
Piştî ku teslimiyet qebûl nekir û ev çalakiya xwe pêk anî. Mirina wê hevalên wê nedîtin dijminê wê dîtin. Û îtiraf kirin gotin, teslîm nebû, heger teslîm bibûya wê bijiya. Lê wê ji mirina xwe jiyanek nû afirandibû. Piştî çalakiyê ji bo ku cenazeyê wê were dîtin hewldanan destpê kir.
3 roj piştî şer aliyan li hev kirin ku cenazeyên hev du radestî hev bikin. Piştî vê yekê peşmergeyên ku ji çalakiya wêre şahidî kiribûn, cenazayê Bêrîtan û 2 hevalên wê ji bin axê derxistin teslîmî hevalên wê kirin.
Hevalên Bêrîtan piştî ku ev hersê cenaze girtin berê êvarê li navsera geliyek kûr veşartin û çûn.
13 salan tu kesî nizanibû mezelê wê li kû derê ye. Wek efsaneyek di dîroka şoreşa azadiya Kurdistanê de cih girt. Li ser navê wê stran, roman, helbest û herî dawî ji aliyê Halîl Uysal ve fîlmek hat çêkirin. Di merheleya kişandin fîlm a li herêma Xankûrkê de rastî cenazeyek hatin, lê di encama teşhîsê de derket holê ku ne cenazê Bêrîtanê ye.
Di pêvajoyek wiha de, gerîlayê ku ew bi destê xwe veşartibû hat dîtin. Ev gerîla di dema şer de li çepera Bêrîtan çeka doçka kar anîbû. Hat cih nîşan da û li vê derê cenazeyê Bêrîtanê hat dîtin.
Cenaze li goristana ku li ser navê wê hatibû çêkirin bi merasîmekê hat definkirin.
Ji çalakiya Bêrîtan gelek encam hatin derxistin. Yek jî ji wan jinên Kurd ber bi artêşbûnê ve çûn. Artêşek ku bingeha xwe ji çalakiya Bêrîtan digire YJA-STAR hat avakirin.
Artêşbûyîna jinên Kurd a di şopa Bêrîtanê de, bi salane mezin bû, îro li çar parçeyên Kurdistanê destanan dinivîsîne. Ev artêşa Bêrîtan bû çavkaniya hêvî û rizgariya gel û jinan.
Li ser navê wê akademî hatin sazkirin û dîsa di artêşê de li ser navê wê Tabûr hatin avakirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî çalakiya Bêrîtanê nirxandinek wiha kir:
“ Xeta şehîd Bêrîtan ji bo min pirr girîng e. Divê em jiyana wê wek xetek bibînin. Ji min re nameyek wê hatibû. Bi tenê yek name bû û bi zimanek entelektueliyek kûr hatibû nivîsandin. Teslîm nabe. Teslimî kevnperestan nabe. Ev xetek e. Xwe ji kendalan diavêje. Ev întîxar nîne. Ev xeta azadiyê ye. Bêrîtan ji bo me wesiyetek e. Gelo em dikarin vê keçikê ji bîr bikin? Ew peyam e. Ew bang e, ji bo me. Ew ji bo me Jeanne dArc e. Em ê wê esas bigirin. Ew rûmeta me ye. Çalakiya wê çalakiya evînê çalakiya rûmetê ye. Divê em jiyana şehîd Bêrîtanê ji xwe re bikin xet. Ez endamekî vê xetê me. Heta ku aştiyeke bi rûmet têkûz bibe, em ê vê xetê dewam bikin. “
Rêberê Gelê Kurd Ocalan, Bêrîtan û çalakiya wê bi vî rengî nirxandibû. Lê ji gelek aliyan ve jib o Bêrîtan xwedîderketinên mezin hebû. Stran li ser navê wê hatin gotin, film hatin çêkirin, akademî hatin avakirin.
Rojnivîsa wê piştî demek gihîşt destê hevalên wê û ev rojnivîs bi navê “Azadî, Destana Kûlîlka Narincî” hat çapkirin.
Dîsa Derhhênêr Xelîl Uysal li ser jiyana Bêrîtan demek dirêj lêkolîn kir û seneryo amade kir. Sala 2006’an jî filmek li çiya bi navê Bêrîtan çêkir.
Bêrîtan di jiyana gerîlatiyê de bû mînakek. Her sal di salvegera çalakiya wê de, ji aliyê gerîlayan ve, her wiha li çar aliyên Kurdistan û derveyî welat tê bibîranîn.
Li Kurdistan û li gelek deveran navê Bêrîtan li zarokan hat danîn. Ev zarok mezin bûn û hatin cihê ku Bêrîtan têkoşîna azadiya Kurdistan dimeşand. Di îroyîn de li tevahiya Kurdistanê bi taybî jî di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Suriyeyê de jinên Kurd, Ereb, Suryanî xeta Berîtanê ji bo xwe wekî mînak digirin û li cîhanê deng vedan.