Hêzên rejîma Îranê vê carê li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê kolberên ku ji bo debara jiyana xwe dixebitin, kirin hedef. Di encama êrîşa Îranê de kolberek jiyana xwe ji dest da û kolberek jî birîndar bû.

Hêzên rejîma Îranê 23’yê Cotmehê li herêma sînorî ya Şipîranî ya dikeve ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê êrîşê kolberên ku debara jiyana xwe dikin, kirin. Bûyer li herêma Şipîranî ya dikeve ser navçeya Selmas a parêzgeha Urmiyê, qewimî.

Di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê ya li dijî komek kolberan de kolberê bi navê Feramerz Cilî Baqwî (26) hat kuştin û kolberê bi navê Zakirî Cilî Baqwî (30) jî birîndar bû. Zakirî ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Selmasê.

Hêjayî gotinêye ku berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Îranê Hisên Zulfeqarî di daxuyaniyek de ‘kolber’ weke ‘terorîst’ dabû diyarkirin û bi vî awayî kuştina wan rewa kiribû.

Şaxê Dadgeha Şoreşê ya Îranê 15 kolber bi hînceta qaçaxçîtiyê kirin girtin û cezayê pereyê li wan hate birrîn.

Li gorî Kolbernews’ê di nava mehekî de 31 kolber hatine kuştin, birîndarkirin û cezakirin.