Muzakereyên li ser bernameya nukleer a bi Îranê re vê Duşemê wê li Viyanayê pêk were.
Saîd Hatîbzadeh ji çapemeniyê re axivî û got “Komara Îslamî ya Îranê ji bo peymanê dixwaze li Viyanayê muzakereyên xurt were kirin. Hikumetê komeke bi qalîte şandiye, îrade û cîddîyeya xwe nîşan daye. Heke aliyê hember jî heman îradeyê nîşan bide, ji bo peymanê em ê li ser rêya rast bin.”
Li gorî medyaya Îranê wê Alîkarê Wezîrê Karê Deve Alî Bagerî jî di nav heyetê de cih bigire.
Muzakere ji meha Hezîranê û vir ve sekinîbû. Li aliyekî muzakereyê Îran û li aliyê din jî Elmanya, Çîn, Fransa, Kralîyeta Yekgirtî û Rûsya hene. Serokê berê yê DYE Donald Trûmo di sala 2018’an de bi awayekî yekalî xwe ji peymanê vekişandibû û dest bi zextan kiribû. Tê payîn ku wê DYE bi awayekî ne yekser tevlî muzakereyên li Viyanaê bibe.”