Serokwezîrê nû Olaf Scholz li parlamenta federal bal kişand ser krîza Ûkraynayê û got, “Em rewşa ewlekariyê ya li ser sînorê Rûsya û Ûkraynayê bi fikar dişopînin.”
Scholz got, “Eger he kesî hînê fêhm nekiribe, dixwazim gotina Angela Merkel dubare bikim: Binpêkirina yekparebûna xakekê bi berdêl e, berdêla vê jî wê giran be.”
Serokwezîrê Elman diayr kir ku wê vê krîzê li Konseya Ewropayê û li Civîna Bilind a Hevkariya Rojhilat a Yekîtiya Ewropayê bi giranî nîqaş bikin.
Ji ber ku Rûsyayê dema dawî hêzeke mezin a leşkerî ber bi sînorê Ûkraynayê ve bir, fikar zêde bûn ku amadekariya dagirkeriyeke nû dike.
Rûsya van sûcdariyan red dike, her wiha diyar dike ku NATO ya ku çekan dide Ûkraynayê, balafirên şer, keştiyên şer dişîne Derya Reş gefê li wan dixwe.