Mîna ku dihate payin, serokên hikumet û dewletan ên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê di civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê de bi rengekî eşkere hişyarî dan Rûsyayê. Di danezanê de hate ragihandin ku êrişa hîn bêhtir a leşkerî ya li ser Ûkraynayê wê ‘encam û maliyeta xwe mezin be’. Pêkanînên ku bi hevkaran re têne koordînekirin weke mînak hatin nîşandan. Hate ragihandin ku bicihkirina leşkerên li ser sînorê Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve û aloziya ku bi gotinên êrişkar rû daye, divê tavilê ji holê bên rakirin.
Yekîtiya Ewropayê piştgiriyeke tam ta serwerî û yekparebûna xaka Ûkraynayê. Şansolye Olaf Scholz û serokên din ên dewlet û hikumetan eşkere nekirin ku kîjan pêkanîn dikarin bêne ferzkirin.
Lê belê li gorî dîplomatan, pêkanînên li ser şîrketên dewletê û olîgarkên nêzî Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn mijara nîqaşê ne.
Rawestandina xeta gaza xwezayî ya Nord Stream 2 a ji Rûsyayê diçe Elmanyayê û derxistina Rûsyayê ji sîstema dayinê ya Swift di nava alternatîfan de ne.
Banka eger nikaribin sîstema Swîft bi kar bînin, ji ber ku li derveyî sîstema fînansî ya global têne hiştin, ev yek dikare encameke kujer li wan bike.
Her wiha li ser Belarusê û krîza koçê jî biryareke derbasbûnê ya krîtîk hate dayin. 27 welatên Yekîtiya Ewropayê destnîşan kirin ku ew dixwazin piştgiriyê bidin vegera mirovên li Belarusê asê mane û dixwazin sînorê derve yê Yekîtiya Ewropayê biparêzin.