Gabriel Boric ku lîderekî berê yê protestoyî yê xwendekaran bû, di tûra dawî ya hilbijartinên Serokkomariyê Şîlî de bi ser ket. Şîlî piştî nerazîbûna sivîl a çend salên dawî ber bi aliyê çepê ve çû.
Li gorî encaman ku zêdeyî nîvê dengan hatin jimartin, Boric ku parçeyek ji koalîsyonekê ye ku Partiya Komunîst a Şîlî jî di nav de ye, di tûra duyemîn a hilbijartinê de ji sedî 56 ê dengan stand û hevrikê xwe yê muxafazakarê tund Jose Antonio Kast li pey xwe hişt.
KAST TÊKÇÛN QEBÛL KIR
Serketiyê hilbijartinê wê meha Adarê ya sala bê dest bi kar bike. Kast ê 55 salî ku endamekî berê yê kongreyê ye, têkçûn qebûl kir û ji ber ‘serketina mezin’ Boric pîroz kir.
Boric ku beriya 35 salan di dema çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî newekheviya perwerdeyê de navdar bû, li Şîliyê li derveyî pêla bingehîn a isyasî ya navendîperest e ku ji sala 1990’î û vir ve bi giranî Şîlî bi rê ve dibe.
Boric di heman demê de piştî du sed salî bû Serokkomarê herî ciwan ê Şîliyê.